'Darazê guh neda delîlan, der barê polîsan de biryara beraetê da' 2020-10-07 11:31:19   EDENE - Li Edeneyê 4 sal berê polîs B.O., Mûrat Daşkan kuştibû. Polîs ji ber kêmbûna delîlan beraet kiriye. Parêzer Îlhan Ongor, diyar kir ku çendî ku delîl hebûn jî cardin bi destê darazê ser bûyerê hatiye girtin û got: "Sedema vê biryara beraetê, hiqûqa bêcezatiyê ye."    Li Taxa Dadalolgû ya navçeya Seyhan a Edeneyê, di 1'ê Sibata 2016'an de polîs B.O. Mûrat Daşkan kuştibû. Ji ber vê li Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Edeneyê doz hatibû vekirin. Di 6'ê Cotmehê de danişîna dozê hat lidraxistin û dadgehê derpêş kir ku ji ber der barê sûckirina sûcdar de delîl ir tunene, biryara beraetê da.    'BI DESTÊ DARAZÊ SER BÛYERÊ HAT GIRTIN'    Parêzerê malbata Daşkan Îlhan Ongorî anî ziman ku ew ê îtiraz bikin û serî li dadgeha îstinafê bidin. Ongor, anî ziman ku Daşkan bi guleya polî hatiey kuştin û got, ji ber ku sûcdar polîs bûye daraz jî hêdî hêdî hereket kiriye. Ongor, diyar kir ku ê lêpirsîn bi rê ve birine polîsên têkoşîna li dijî terorê û dozger bûye û got: "Tişta ecêb, roja bûyer diqewime ceryana taxê jî tê birîn û t gotin kameraya wesayîta zzirxî xera bûye û tu şahidekî bûyerêt uneye. Ev xisûsên gumanbar yek jê jî nehatine lêkolînkirin. Di asasê xwe de lêprsîn bi derengî hat xistin. Bi israra me û bis erlêdana me ya li Dadgeha Qanûna Bingehîn 4 sal şûnde doz hat vekirin. Doz bi sûcê 'kuştina bi qesdî' hat vekirin. Lê belê Dadgeha Cezayê Giran a 1'em a Edeneyê ev lêkolînên kêm esas negirtin tenê beyanên alîgir û keşfa cihê bûyerê esas girtin û biryara beraetê da. Yanî bi destê darazê ser bûyerê hat girtin."    'HIQÛQA BÊCEZATIYÊ'    Ongor, destnîşan kir ku biryara hatiye dayîn, sedema wê hiqûqa bêcezatiyê ye û got: "Helbet em hiqûqnas û parêzvanên mafên mirovan hay ji vê yekê hene û em li dijî vê têdikoşin."    Ongor, bal kişand ser rapora pêzaniyê jî û got: "Rapora pêzaniyê ya di dosyeyê de jî rengvedaneke hiqûqa bêcezatiyê ye."   Ongor, destnîşan kir ku wê ji niha û pê ve jî dozê bişopînin û wê îtiraz bikin.    MA / Hamdûllah Kesen