Gulmehemedî: Kurd li dijî polîtîkayên teslimiyetê kolberiyê dikin 2020-10-07 10:39:30 STENBOL – Rojnamegerê kurd Hiwa Gulmehemed, diyar kir ku li Îranê bi kûrbûna qrîzê re zextên li ser kurdan zêde bûne û kurd li dijî polîtîkayên “teslîmgirtina bi terbiyekirin û birçîbûnê” kolberiyê dikin.     Ji ber danekirinên Amerîkayê aboriya Îranê her roj zêdetir têk diçe û ev jî bandoreke neyînî li ser welatiyan dike. Ev rewş jî herî zêde xwe li herêmên kurdan dide der. Kurdên ku di heman demê de bi zextên rejîma Îranê re jî rûbirû ne, li gel xetereya jiyanî jî kolberî dikin. Ji bo ku loqek nan bibine mala xwe her roj bi 40-50 kîlo bar sînoran derbas dikin û dibin hedefa rejîma Îramê û leşkerên Tirkiyeyê. Rojnamegerê ji rojhilatê Kurdistanê Hîwa Gulmehemedî, zextên rejîma Îranê yên aborî, leşkerî, siyasî û çandî yên li ser kurdan nirxand û got ku li dijî zextan çareseriya tekane avakirina yekitiya navxweyî ya kurdan e.     SEDEMÊN QRÎZÊ   Rojnameger Gulmehemedî, diyar kir k udi 10 sal in dawîn de aboriya Îranê zedetir têk çûye û got: “Bêkarî zêde dibe. Gelek malbatên ku nikarin pêwistiyên xwe yên rojane dabîn bikin hene. Para herî mezin a di qrîzê de nebûna tu polîtîkayeke rêveberiya welat e. Dîplomasî û aborî girêdayî hev in. Îran bi gelek welatan re pirsgirêk dijî. Timik li welatên cîranê xwe pirsgirêkan derdixe. Li gel ewqas qrîza aborî jî giranî dide biçekbûn û xebatên nukleerî. Li welatên mîna Iraq, Sûriye û Lubnanê dagirkeriyê dike û şeran derdixe. Dîsa li nav xwe jî her roj girtinan pêk tîne, girtîgehan têje dike û mirovan darve dike. Civak û daxwazên wê girîng nabîne. Ji ber van sedema her ku diçe rewş girantir dibe.”   NÊZIKBÛNA LI KURDAN    Gulmehemedî, da zanîn ku rejîma Îranê weke “navenda şer” nêzî herêmêm kurd lê dijîn dibe û vê derbarê de ev tişt anî ziman: “Niha rewşeke leşkerî li Kurdistanê serwer e. Ji 2 hezar û 500’an zêdetir qereqol hene. Rêxistina îstixbaratê Îtlaat xebatên zêde dimeşîne. Bi hezaran endamê wê hene. Komên veşarî û çekdar ku ji wan re Besîc tê gotin hene. Dema ku hikûmet pêwîst dibîne wan aktîf dike. Dîsa hêzên Sîpayî Pastaran hene. Bi çavê neyartiyê li gelê kurd dinêrin. Ji ber vê pirsgirêka ewlehiyê mezin dibe. Dema ku ewlehî ne baş be aborî jî nebaş dibe. Ji ber van polîtîkayan gelê kurd gelek zehmetî dikişîne. Rejîm razemeniyan li Rojhilat nake.”   ‘LI DIJÎ TESLIMIYETÊ KOLBERÎ’   Di berdewamê de Gulmehemedî, destnîşan kir ku bi polîtîkayê zextê hewl tê dayîn kurd bên kontrolkirin û wiha pê de çû: “Li herêmên kurdan bêkarî gelek zêde bûye. Ji ber qrîz û bêkariyê mirov aresteyî bazirganiya sînor dibin. Kolberî timik tê rojevê. Kolberî ne kar û pîşeyeke. Kurd bi birçîbûnê tên terbiyekirin û hewl tê dayîn ku bên kontrolkirin. Ji bo ku nekevin bin bandora rejîmê kurd serî li kolberiyê didin. Di demên dawîn de kolberî gelek berbelav bûye. Di nav kolberan de êdî jin, ciwan, xwendekar, zarok, muzîsyen û hunermend jî hene. Tiştên ku kolber tînin ne tiştên qedexe ne jî. Li gel vê yekê jî rejîm kolberan qetil dike û dixwaze kurdan bike bin kontrola xwe.”   ÇARESERÎ YEKITÎ YE   Derbarê çareseriya li dijî zextên Îranê de jî Gulmehemedî, bi lêv kir ku her roja ku derbas dibe kurd zêdetir polîtîk dibin û ev tişt got: “Rewşa rêxistinbûn pir cuda bûye. Berê li Kamyaran, Kirmanşan, Merîvan, Cîvanro û Îlamê kurdbûna qels bû. Van deveran piranî şîî ne. Di hêla mezhebî de girêdayî rejîmê bûn. Lê niha rewş guheriye. Lêgerîna nasnameyê ji mezheb derbas bûye. Mirov li kurdbûna xwe xwedî derdikevin. Gel ji bo azadiyê ji her cure bedilê re amade ye. Lê pirsgirêka nebûna yekitiya di navbera partiyên kurd heye. Partiyên kurd dabeş bûn û ev jî bandoreke neyînî civaka kurd kir. Tenê PJAK timik bi rêxistin e û bi pêş ve diçe. Gel amade ye divê partiyên siyasî bên gelhev.   MA / Îdrîs Sayilgan