Li Cudî û Bestayê cihekî ku heywanên xwe lê biçêrîne nemaye 2020-10-07 09:18:35 ŞIRNEX - Fethî Înal ku bi salan e li quntarên çiyayê Cûdî û Bestayê şivaniyê dike, diyar kir ku ji ber şewitandinê giya nemaye û got: "Her der şewitiye. Cihekî ku em pez lê biçêrînin nemaye. Em hewl didin ku pez bibin cihên dûr, lê ew der jî qedexe ne. Li herêmê cihekî hêşîn jî nehiştine."  Li herêma Şirnexê nexasim li deverên çiyayên Gabar, Cûdî û Bestayê 3 meh in daristan dişewitin. Herêma ku bi kezwan, mêşvaniyê û sewalkariyê debara xwe dike, îsal ji ber şewatên navbirî nêçar maye.    Li bajaroka Gundikê Melê yê Şirnexê Fethî Înal ku bi salan e li quntarên Çiyayê Cûdî şivaniyê dike, ji ber şewatên heyî hema bibêje cih nemaye ku pezê xwe lê biçêrîne. Înal, bang li raya giştî kir ku li hemberî şewatan bi hêstiyarî tevbigere.   'CIH NEMAYE PEZÊ XWE LÊ BIÇÊRÎNIM'    Înal, anî ziman ku dewlet li herêmê bi zanebûnî deverên daristanî û hêşîn dişewitîne û got: "Ez bi salan e li herêmê şivaniyê dikim. Bi hatina demsala biharê em berê pezê xwe didin quntarên Çiyayê Cûdî û Bestayê. Her serê sibehê ez saet di 4’an de şiyar dibim. Ez li kû bikaribim ez li wir disekinim û pezê xwe diçêrînim. Jixwe gundê me di navbera van her du herêman de ye. Her sal me ji pez gelek sûd digirt. Lê îsal me sûd negirt. Pezê me îsal baş neçeriya. Cihekî ku em pezê xwe lê biçêrînin nemaye. Her der şewitiye. Em hewl didin ku pezê xwe bibin cihine dûr, lê ew der jî qedexene. Li herêmê cihê hêşîn nehiştine. Ev qasî 3 meh in li vê herêmê şewat didomin. Min tu salan bi qasî îsal şewat nedît. Her noqte şewitî û dar hatin birîn. Debara herêmê jî yan pez e, yan jî mêşvanî ye. Ger ev jî tunebûn tiştek namîne û koçberkirinê li gelê herêmê ferz dikin."   'DEMA MIJAR DIBE XWEZAYA KURDAN HER KES BÊDENG DIBE'   Înal, bang li her kesî kir ku li hemberî şewatên li herêmê bi hêstiyarî tevbigerin û bi vî rengî dawî li axaftina xwe anî: "Ev şewat zirarê didin her candarî. Dema ku li rojavayê Tirkiyeyê tenê darek tê birîn hemû hawirdor radibin ser pêyan û dikin hawar. Lê dema mijar dibe bajar û xwezaya kurdan, her kes xwe bêdeng dike û van deran bêxwedî dihêle. Li vir bi hezaran dar şewitîn. Ew giyayên ku bi salan e li van çiyayan şîn dibûn, dibe ku bihareke din şîn neyên. Haya kesî ji vê felaketê tuneye. Pêwîste ku her kes vê şewatê bibîne û bibihîze."