‘Li dijî zext û zoriyan têkoşîneke hevpar divê' 2020-10-07 09:16:00 ÎZMÎR - Ekolojîstan nerazîbûnên xwe yên li dijî operasyona li hemberî HDP'ê anîn ziman. Ekolojîstan li dijî zext û zoriyan bal kişandin ser têkoşîneke hevpar û gotin, li dijî faşîzmê têkoşîneke civakî divê.  Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çaçroveya "lêpirsîna Kobaniyê" de gelek siyastemedarên HDP'î binçavkiribûn û ji van siyasetmedaran 17 jê hatibûn girtin. Bertekên li dijî van binçavkirin û girtinan didomin. Ekolojîstên li herêma Egeyê xebatên xwe dikin jî bertek nîşan dan û li dijî zext ûz oriyan bal kişandin ser têkoşîneke hevpar.    'DIJMINÊN HER TIŞTÎ NE'    Hevberdevka Platforma Hawirdorê ya Mûglayê Ûmay Karabaş, destnîşan kir ku îqtidar bi diminahî nêzî dengên li dijî berjewendiyên xwe tev digere û got: "Beyza Ustun, çima li dijî HES û bendavên li ser çeman tên çêkirin derket. Ji lewra çem û robar, pergala gerînê ya rûyê erdê ne. Demarên wê ne. Gava em van demaran bikin amûreke bazirganiyê û mudaxileyî awayên wan ên xwezayî bikin, avê heps bikin û bikin metayeke bazirganî wê dilê ruyê erdê bisekine. Ligel candarên din jiyana mirovan jî namîne."    ‘ZEXT JI BO TEPISANDINA DENGÊ MUXALEFETÊ YE'    Endamê Komîsyona Ekolojiyê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Erol Çirak jî destnîşan kir ku armanca van binçavkirinan pêşîlêgirtina muxalefeta civakiyî ye. Çirak, diyar kir ku bi hinceta pandemiyê lêgerşnên ji bo mafan tên astengkirin û bi binçavkirin û girtinan dixwazin hemû derdorên civakê çavtirsandî bikin. Çirak got: "Kesîdekirin herî zêde di dema vê îqtidarê de çêbû. Îqtidarê ji bo HES û RES'ên ku xwezayê talan dikin rûxset dan. Li dijî van zext û zoriyên têkoşîneke hevpar divê. Li dijî falîzmê têkoşîneke civakiyî divê. Heger em niha dengê xwe bilind nekin, wê sibê pir bi derengî bikeve."    ‘AKP-MHP HER KU DITENGIJE ÊRÎŞ DIKE'    Endamê Platforma Endezyar û Avahîsazên Azadîxwaz Ûtkû Tatar jî got: "Beyza Ustun li Zîlanêî li germiyanê, li Heskîf û Karabûrûnê ji bo ekolojiyê têdikoşiya. Divê bi binçavkirin û girtinan kes neyê tepisandin. Bereksê wê divê hêviya me xurtir bibe."    ‘12'Ê ÎLONÊ DERBAS KIRIN'    Ekolojîst Fevziye Onal jî anî ziman ku rewşa niha ji ya rejîma 12'ê Îlonê xirabtir e û got: "Karê me zehmet e, lê gava têkoşîneke rêxistinbûyî hebe pêşîlêgirtina vê pêkan e. Lewma divê rêxistinên kedê bêtir li ser vê hûr bibin. Têkoşîneke civakiyî şert e."    MA / Esra Solîn Dal