Tê gotin di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin 2020-10-07 09:08:56 ÊLIH - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê, di dema qawîşguherandinê de Yekta Savaş Delî hatiye îşkencekirin.  Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Tarsûs a Mêrsînê, gava qawîşa Yekta Savaş Delî guherandine, Delî hatiye îşkencekirin. Ji ber ku malbatê demekê xeber ji Delî negirtiye, ji parêzer xwestine biçe girtîgehê. Delî, di hevdîtina bi parêzerê xwe de diyar kiriye ku di dema qawîşguherandinê de hatiye îşkencekirin.    Delî, destnîşan kiriye ku di dema qawîşguherandinê de peywirdaran parxanên wî şikandine, ser çavê wî werimiye û car carinan jî xwîn ji pozî wî tê û hîn jî li ser çavê wî şûna derban heye. Delî, diyar kiriye ku wî birine revîrê lê belê wî sewqî nexweşxaneyê nekirine.    'BILA BÊ LÊKOLÎNKIRIN'    Delî, di 2'yê Cotmehê de telefonî malbata xwe kiriye.    Dayik Gullur Delî, xwest demildest îşkenceya li kurê wê hatiye kirin bê lêkolînkirin û berpirsiyar bên darizandin. Dayik Delî, bilêv kir ku ji bo li ber nekeve kurê wê pir tişt jê re negotine û got: "Kurê min pir tişt ji min re negotin. Çend hefte derbas bûn, me xeber ji kurê xwe negirt. Piştî parêzer çûn girtîgehê me xeber jê girt."    GILÎ KIR    Dayik Delî got: "Mixabin ji ber pandemiyê hevdîtina vekirî tunebû. Tam 4 hefteyan min xeber ji kurê xwe negirt. Kurê min got, îşkence lê kirine. Me sedema wê pirsî, got di dema qawîşguherandinê de kirine. Bi awayekî dijwar kurê min îşkence kirine. Got, parxanên wî şikiyane. Xwîn ji pozê wî tê. Der barê kurê min de tiştekî zelal li ber destê me tuneye. Parêzerê me wê biçe girtîgehê. Em ê gilî bikin. Kurê min jî gilî kir, lê haya me ji aqûbeta daxwaznameya wî tuneye."    Dayik Delî bang li Wezareta Dadê kir û got: "Li girtîgehan pirsirêk hene. Em dixwazin bêhiqûqîtî bi dawî bibin. Dixwazim empatiyê bikin. Daxwaza min, bidawîbûna îşkenceya li girtîgehan e."    Têkêlidarî mijarê me telefonî girtîgehê kir, lê belê diyar kirin ku wê der barê îdiayan de tiştekî nebêjin.