Hinceta cezayê parlamenter Tosûn diyar bû 2020-10-06 14:50:53   AMED – Hinceta  10 sal cezayê ku li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn hatibû birîn, hat aşkerakirin. Dozger, ji bo ku bi rêzaya dadgehê ceza neyê daxistin serî îsînafê da.   Di Doza Sûrê de bi angaşta “endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê girtîgehê li Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziya Tosûn hatibû birîn. Hinceta biryara cezayê Tosûn aşkera bû. Mayîna Tosûn a li herêmên qedexekirî weke piştgirî û endamtiya rêxistinê hat qebûlkirin û ji bo cezayê ku lê hatibû birîn weke hincet hat nîşandan.    Dozger, bi hinceta ku daxistina cezayê lê Tosûn hatiye birîn li dijî usûl û qanûnan e wê serî li îstînafê bide û daxwaz bike ku bi rêzaya dadgehê cezayê Tosûn neyê daxistin.