3 kes li Mêrdînê hatin girtin 2020-10-06 12:00:54   MÊRDÎN - Ji 13 kesên di çarçoveya lêpirsîna navenda wê Mêrdînê de hatibûn binçavkirin, 3 jê hatin girtin.    Di çarçoveya lêpirsînekê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê hat destpêkirin de, li Mêrdîn, Aydin, Riha û Êlihê, di demên cuda de 13 kesa hatibûn binçavkirin. Lêpirsîna 13 kesan a li Eskeriyê duh bi dawî bû û sewqî edliyê hatin kirin. ji 13 kesan 10 jê hatin beran û 3 jê hatin girtin. Samî Ozguç, Harûn Bozyîgît û Mazlûm Bozyîgît ên bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê” hatin girtin, şandin girtîgehê.