Aydenîz: Em derbasî têkoşîneke nû bûn 2020-10-06 11:05:00 AMED – Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, diyar kir ku bi dûrişmeya “Em yekitiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin” dema têkoşîneke nû dane destpêkirin û ev tişt got: “Heta ku faşîzmê bidawî bikin, azadiyê pêk bînin û aştî û demokrasiyê îlan bikin em ê dev ji têkoşînê bernedin.”  Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de gelek partiyên siyasî û rêxistinên sivîl, di 2’ê cotmehê de bi deklerasyoneke ku aşkera kirin, bi dûrişmeya “Em yekitiyê ava bikin, tecrîdê bişikînin, azadiyê pêk bînin” xeteke nû ya dane destpêkirin. Hevseroka Giştî ya DBP’ê Saliha Aydenîz, derbarê xeta nû ya tekoşînê û polîtîkayên zextê yên desthilatê de nirxandinan kir.    DEMA TÊKOŞÎNA NÛ   Hevserok Aydenîz, diyar kir ku piştî hijbijartinên 7’ê hezîran 2015’an desthilatê gav bi gav faşîzmê înşa kiriye û wiha got: “Van hemû polîtîkayên xwe bi polîtîkayên înkar û redkirinê yên li hemberî gelê kurd re pêk tîne. Bi van polîtîkayan re bi hêzên tarî re hevkarî hatiye kirin. Li dijî vê dema têkoşîneke nû pêwîst e. Di vê mijarê de me jî deklerasyonek aşkara kir.”   Aydenîz, da zanîn ku xeta nû ya têkoşînê ji bo pêşîgirtina sazîbûna faşîzmê dane destpêkirin û vê derbarê de ev tişt anî ziman: “Heta ku em bingeheke demokratîk li Tirkiyeyê ava nekin ango hemû muxalîf neyên gel hev wê faşîzm xwe bi sazî bike. Heke bi baldarî li vê deklerasyonê bê nêrin; wê bê dîtin hem li aliyê Tirkiyeyê hem jî li aliyê Kurdistanê bangeke. Lewre li Tirkiyeyê hemû alî bi zordariya faşîzmê re rûbirû ne. Li kuçeyan jin tên qetilkirin, sîxurtî li ciwanan tê ferzkirin, ji ber qrîza aborî mirov întihar dikin, mirov ji helîkopteran tên avêtin. Di vê pêvajoyê de deklerasyon ji bo herkesî ye. Di hedefa vê deklerasyonê de azadiya Kurdistanê jî heye.”   BI DAWÎKIRINA TECRÎDÊ   Aydenîz, destnîşan kir ku di bingeha têkoşîna wan de rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye û wiha pêde çû: “Birêz Ocalan di navbera salên 2013-2015’an de ji bo bingeha aştiyê hêviyek ava kir. Pêşniyarên ku birêz Ocalan danîbû holê hêvî çêkiribûn. Hêviya bi dawîbûna şer, avakirina demokrasî û pêkve jiyanê çêkiribû. Lewre nêrînên wî pêşî li civak û bingeha demokratîk vedikirin. Lê piştî siyaseta tecrîdê, li Tirkiyeyê her roj opeasyonên siyasî pêk tên, saziyên demokratîk tên girtin, rojnameger tên girtin, komkujiyên jinan çêdibin, qrîzên siyasî, aborî û jiyanî tên jiyîn. 5 salên em vê rewşê dijîn. Nêzikbûna li hemberî Ocalan xwe di civakê de dide der.”   Di berdewamê de Aydenîz bi lêv kir ku wê bi deklerasyon û têkoşîna demeke dirêj bi serkevin û axaftina xwe bi van nirxandinan bi dawî kir: “Heta ku em faşîzmê bi dawî bikin, azadiyê pêk bînin, aştî û demokrasiyê îlan bikin, dev ji têkoşînê bernedin. Di çarçoveya têkoşînê de bernameyên berfireh bên çêkirin. Di rojên pêş de em ê dest bi bernameyên xwe bikin.”    MA / Ergîn Çaglar - Cahît Ozbek