Li gelek bajaran serdegirtinên malan: Dayikên aştiyê hatin binçavkirin 2020-10-06 10:24:09 NAVENDA NÛÇEYAN - Polîsan li gelek bajaran bi ser malan de girt û dayikên aştiyê jî di nav de 9 kes binçavkirin.  Polîsan vê sibehê li Amed, Riha, Şirnex û Antalyayê bi ser gelek malan de girt û welatî binçavkirin.    Polîsan di saetên serê sibê de bi ser mala Hevserokê HDP’ê Zulkuf Bîrgul ya ku li Taxa Fatîh a navçeya Erxeniyê ya Amedê de girtin. Polîsên deriyê malê şikandin, ketin hundir û bi lêgerînê alavên malê belavkirin. Ji ber ku kes ne li malê bû nehat zanîn ku polîsan tiştek ji malê biriye yan na. Bîrgul ê ku ne li malê bû nehat binçavkirin. Di heman demê de polîsan bi erebeyên zirxî li pêş avahiya navçeya HDP’ê jî, dorpêç kirin. Piştî ku polîs ji mala Bîrgul derketin, li pêş avahiya HDP’ê jî vekişiyan.   RIHA   Li Rihayê jî polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de Dayika Aştiyê Hadle Ogûr û hevjînê wê Cebraîl Ogûr, Dayika Aştiyê Meyaser Korkmaz û welatiyê bi navê Omer Bozdal binçavkirin. Biryara binçavkirina wan nehat zanîn û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.    ŞIRNEX   Polîsan vê sibehê li Navçeya Cizîrê ya Şirnexê jî bi ser malan de girt. Di serdegirtinan de Arîf Geren, Cemal Geren, Îdrîs Kayaalp û Zîndan Molo hatin binçavkirin. Hat zanîn ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.    Sedema binçavkirina welatiyan nehat zanîn û wan birin Miduriyeta Polîsan a Şirnexê.    ANTALYA    Polîsan li Antalyayê jî bi ser malan de girtin û di serdegirtinan de welatiyê bi navê Halîl Kilici hat binçavkirin.