‘Li herêmê rojnamevanî zehmet e' 2020-10-06 09:19:05 SÊRT - Rojnamevan Zana Aksû ku ji ber nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya "kîn û dijminatiyê" doz lê hatibû kirin. Bi heman îdiayan salek cezayê girtîgehê li Aksû hatiye birîn. Aksû, diyar kir ku li herêmê rojnamevanî zehmet e.  Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Siirt'ten Ote Zana Aksû, ji ber ku der barê teqîna li Pirsûsê de ku di Tîrmeha 2015'an de pêk hatibû û 34 kes jiyana xwe ji dest dabûn, nûçe çêkiribûn der barê wî de doz hatibû kirin. Danişîna dawî ya dozê di 23'yê Îlonê de li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 3'yan a Sêrtê hat lidarxistin. Dadgehê bi îdiaya "kîn dijminatiyê" salek ceza li Aksû birî.    'LI HERÊMÊ ROJNAMEVANÎ ZEHMET E'    Aksû, diyar kir ku malpera rojnameya Siir'ten Ote di sala 2015'an de 7 caran hatiye girtin û ji ber vê mecbûr mayê weşana xwe bi dawî bike. Aksû, diyar kir ku gava rojnameya wan weşana xwe dikir, di heman demê de ji bo ajansên neteweyî û navneteweyî jî nûçe çêkirine û got, di heman demê de aktivîstekî mafên mirovan e. Aksû, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê karê rojnamevaniyê nexasim jî li herêmê zehmet e û got, gava têkoşîna ji bo mafên mirovan jî li rojnamevaniyê zêde dibe zext ûz orî zêdetir dibin.   Aksû, anî ziman ku ji sala 2008'an ve rojnamevaniyê dike û got: "Piştî mudaxileyî nûçeyên ajansên neteweyî hat kirin, me jî rojnameyeke herêmî çêkir. Wê demê rojnameya me li herêmê baş dihat xwendin. Sedema vê jî, pirbûna nûçeyên taybet bû. Piştî pêvajoya çareeriyê bi dawî bû wekî her kesî em jî bi zext û zoriyan re rû bi rû man."    Aksû, anî ziman ku hngî der barê wî de doz û lêpirsîn hene nizane hejmara wan çend e û got: "Li herêmê her diçe rojnamevanî zehmet dibe. Tu wekî ên li rojava û metrepolan li ser maseyê rojnamevaniyê nakî. Tu tim li qadê yî, tu di nava hêzên dewletê yî. Ên kartên wan ên zer hene diçin hin cihan, lê ew jî nêzî îqtidarê ne. Rojnamevanên nêzî hikûmetê bi îlanan û pereyên qezenc dikin karên xwe bi rê ve dibin. Lê ê me derdekî me yê werê tuneye."    Aksû, diyar kir ku rojnamevaniya muxalif zehmet e û got: "Niha di warê azadiya fikr û ramanê ze zor û zehmeitiyên mezin hene. Ev zehmetî ji berê de hene. Li rojavayê jî zext hene. Lê li herêmê girantir in. Ji ber ku berê li hemberî zext ûz oriyan piştevanî nehat kirin, niha ev yek sîrayetî rojava jî kiriye. Ev zext tenê ne li min tên kirinç Ez li Sêrtê rojnamevankî muxalif im, lê li herêmê bi dehan rojnamevan hene û hemû di şert û mercên zehmet de rojnamevaniyê dikin."   Her wiha Aksû anî ziman ku ji xeynî zext û zoriyên ku rojnamevan bi wan re rû bi rû dimînin hin zext û zoriyên din jî hene û got: "Gava rojnamevan ji bajarekî diçin bajarekî din bi zextan re rû bi rû dimînin. Di navbera bajaran de noqteyên kontrolê hene. Rojnamevan ji mecbûrî nasnameya xwe aşker nakin. Mesela em bibêjin li deverekê agir bi daristanê ketiye, li cihekî şer qewimiye wê biçe tiştên li wir lêkolîn bike, lê rewşa ewlehiyê jî heye. Çimkî gelek dever wekî herêmên ewlehiyê yên eskerî hatine îlankirin. Gava tu biçî, tu yê nizanibî wê çi bê serê te."    MA / Metîn Yoksû