ROJEVA 6'Ê COTMEHA 2020'AN 2020-10-06 09:00:23 * Serokê CÎK’ê Hafiz Ahmet Turhalli derbarê nimêjkirina qeyûmê Qersê ya li ber şaredariyê de diyar kir hişmendiya ku li wir nimêj kir bingeha xwe ji ola sexte digire û got: “Kesên ku roja înê li ber şaredariyê nimêj kirin, ji bo ku zilm û heqaretê bicih bikin, diziye bikin û îradeya gelekî binpê bikin nimêj kirin. Bi navê ‘Xwedê’ me dixapînin.” * Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Parêzer Umît Dede, diyar kir ku dozger û polîsên ku lêpirsîna rêveberên partiyê yên hatine girtin bi rê ve dibin, ne rêvebirên esil ên dosyeyê ne û got: "Ev dosye, dosyeyeke taybet ku ji aliyê saziyeke din ve bi awayekî dijqanûnî hatiye birêvebirin û anîne danîne ber dozger."   * Jinên TJA'yî yên Şirnexî, diyar kirin  ew ê li herêmê di çarçoveya kampanyayê de balê bikişînin ser şewatên dar û daristanan  û gotin: "Dixwazin  şewat û qirkirina xwezayê li me bidin ferzkirin. Lê belê em ê rê nadin van polîtîkayan. Wan heta îro hezar dar şewitandibin, em ê şûna wan darên şewitî sed hezar daran biçînîn. Em xwezaya xwe diparêzin."    *  Hat derpêşkirin ku gardiyanên Girtîgeha Jimare 1 a Tîpa T a Bunyanê gef li girtiyan xwarine û gotin: "Hûn baş dizanin gava em unîformayê xwe ji bikin em ê çawa we geber bikin."    * Jinên ku li gundê Kedek ê navçeya Pulurê dest bi berhevkirina fasûleyan kirine, diyar kirin ku ji ber şewba Covîd-19'ê şert û mercên wan ên xebatê zehmet bûne û gotin: "Êdî gepek nan jî bi zorê bi dest me dikeve."    * Rojnamevan Zana Aksû ku ji ber nûçeyên çêkiribûn bi îdiaya "kîn û dijminatiyê" doz lê hatibû kirin. Bi heman îdiayan salek cezayê girtîgehê li Aksû hatiye birîn. Aksû, diyar kir ku li herêmê rojnamevanî zehmet e.    * Karkerên Bîmeksê ku ji bo meaşê xwe û tazmînatên xwe bistînin çalakiyê li dar dixin, ragihandin ku heger heqê wan neyê dayîn wê di 2'yê Mijdarê de li ber Zanîngeha Bogazîçiyê ku xwediyê şîrketê lê ye, konê xwe vedin û gotin: "Em ê bes nekin. Zû yan dereng em ê heqê xwe bi dest bixin."    * Li gundê Sorekê yê Mazgêrdê, Fadîme Çetînkaya zebze û fêkiyên baxçeyê xwe û yên der û cînaran berhev dike û ji bo zivstanê wan hiltîne. Li vî gundê ku sermiyana şexsî lê tuneye, her tişt bi awayekî komunî tê peydakirin.    * Li Kilîsê M.A., tecawizî E.O.'ya 15 salî kiribû û tenê 12 rojan di girtîgehê de mabû. Darizandina der barê M.A. de ji ber biryara "bêerkiyê" ya dadgehan nayê kirin. Parêzer Îbrahîm Halîl Demîrcîoglû, anî ziman ku niha dadgehek tuneye ku li dozê binêre.    * Serlêdanên muzîka atolyeyê yên Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) didomin. Şagirta NÇM'ê Viyan Arslan a 11 salî got: "Bi saya atolyeyan hem dikarim li tembûrê bixim hem jî bistrêm."    * Geşedanên têkildarî binçavkirina nûçegihanên MA'yê Adnan Bîlen û Cemîl Ûgûr, nûçegihana JINNEWS'ê Şehrîban Abî û rojnamevan Nazan Sala de dê werin şopandin...    * Komcivînên Meclîsê yên HDP, CHP, MHP û Partiya Îyî dê pêk werin. (09.45 - 13.30)   * Danişîna sêyemîn a doza Mûrat Daşkan ê li Edeneyê bi guleya polîsan hatibû kuştin dê li Dadeha Edeneyê were li darxistin. (10.00-18.00)