Li Rihayê lêpirsîna 1’ê Îlonê derbarê siyasetmedaran de hat destpêkirin 2020-10-05 15:19:37   RIHA – Li Rihayê bi hêceta meşa 1’ê Îlonê Roja Aştiya Cîhanê siyasetmedar jî di nav de derbarê 16 kesan de lêpirsîn hat destpêkirin.    Serdozgeriya Komarê ya Rihayê têkildarî meşa 1’ê Îlonê ya Roja Aştiyê ya Cîhanê hatibû lidarxistin lêpirsîn da destpêkirin. Li ser fermana serdozgeriyê bang li Endamê Desteya Rêveberiya Navendê ya DBP’ê Bekîr Karageçîlî, Hevserokên Rêxistina HDP’ê yên Rihayê Emîne Çetîner û Mîkaîl Gozek, rêveberên HDP’ê yên bajêr Hasan Yildiz, Lutfî Hazer, Ferît Tamga, Hevseroka HDP’a Navçeya Halîliye Hatîce Goktepe, endamên Meclîsa Şaredariyê Îsmîal Kaplan, Sitki Dûrsûn, Mahmut Bektaş, Selma Ateş û Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê yê Rihayê Mahmût Bînîcî hat kirin ku biçin îfade bidin emniyetê.    12 kesên ku çûn Emniyeta Rihayê di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan. Polîsan pirsên wek “Hûn çima beşdarî 1’ê Îlonê bûn?” û “1’ê Îlonê kî amade kir?” ji siyasetmedaran kirine.    Her wiha hat zanîn ku di çarçoveya lêpirsînê de banga îfade dayînê li Bêrîtan Sayan a şêwirmenda Parlamentera Rihayê Ayşe Surucu û Mehmet Ogûr, Îsmaîl Karadagli û Omer Yildirim hatiye kirin.