Li dijî taloqkirina hilbijartinê bertek: Em her kesî vedixwînin kongereyê 2020-10-05 12:48:08   STENBOL - Gelek saziyên hiqûqî bertek nîşanî taloqkirina hilbijartina Baroyê û Kongreya Giştî ya TBB’ê da û gotin: “Wê civîna duyemîn a kongreya giştî ya li Stenbolê, dê di 10 û 11’ê Cotmehê de, li Navenda Kongreya Halîç bê lidarxistin. Em hemû hempîşeyên xwe dawet dikin ku bên beşdarî kongreyê bibin.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Stenbolê jî di nav de, gelek saziyên hiqûqî, derbarê giştînameya Wezareta Karê Hûndir a ku di 2’ê Cotmehê de weşand û biryara taloqkirina hilbijartina baroyan û Kongreya Giştî ya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) bi hinceta şewbav vîrûsa koronayê da de, daxuyaniyek nivîskî weşand.   Di daxuyaniya hevpar a hat  dayîn de wiha hat gotin: “Biryara betalkirina Kongreya Giştî ya Baroya Stenbolê ne hiqûqiye. Ev biryarek siyasiye. Sedama vê taloqkirina kongreyên giştî yên Baroyan, pêşîlêgirtina serbixwetiya baroyane û desthilatdariya siyasî dixwaze bi vê yekê baroyên alîgir ava bike. Ji ber vê mudaxileyî kongeya giştî ya TBB’ê dikin. Em ê weke komên hilbijêr ên Baroyê û saziyên hiqûq, temaşeyî xespkirina mafê hilbijartin û hilbijirînê nekin. Roja civîna duyemîna kongeya giştî wê di 10 û 11’ê Cotmehê de li Navenda Kongreya Halîç bê lidarxistin. Em hemû hempişeyên xwe vedixwînin kongreyê.”    Saziyên ku daxuyanî îmze kirin wihane: “Koma Mafê Parêzeran, Tevgera Parêzeran, Sendîkaya Parêzeran, Koma Parêzerên Hemdem, Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem a Stenbolê, Hiqûqnasên Ji Bo Demokrasiyê, Platforma Tevgera Hiqûqî, Komeleya Di Hiqûqê De Helwest Çep, Komeleya Hiqûqnasên Kartalê, Parêzerên Beşdar, Tevgera Bilindbûna Koma Parêzerên Hemdem Hêmana Ewil, Parêzerên Demokrat ên Azadîxwaze û Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadî ya Stenbol.”