Destûr nehat dayîn şandeya Swêdê biçe serdana Demîrtaş 2020-10-05 12:32:28 STENBOL – Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt û şandeya li gel wî xwestin biçin serdana Selahattîn Demîrtaş. Sjostedt diyar kir ku li dijî HDP’ê “nêzîkatiyek dîtatoryal heye” û got: “HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welat partiyek kilîdê ye.”    Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt û şandeya li gel wî xwestin biçin serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş ê li Girtîgeha Edîrneyê tê ragirtin. Destûra serdana şandeyê nehat dayîn biçin girtîgehê hevdîtinê. Şandeya ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve hat astengkirin, li cihek nêzî girtîgehê daxuyanî da çapemeniyê. Parlamenterê HDP’ê Zeynel Ozel û parêzerê Demîrtaş, Ramazan Demîr jî li gel şandeyê bûn.    ‘EM HATIN PIŞTEVANIYA HDP’Ê’   Serokê Giştî yê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt axivî û diyar kir ku ji bo ew piştevaniya enternasyonalîst li dijî operasyonan nîşan bidin û bertek nîşanî girtinan bidin hatine Tirkiyê û got: “Operasyonên li dijî HDP’ê ne demokratîk in. Em qebûl nakin. Zextên li dijî HDP’ê nêzîkatiyek dîktatoryal e. Nemaze biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ya derbarê Demîrtaş de daye, pêwîste gavek beriya gavekê ji aliyê meqamên Tirk ve were naskirin. Pêwîste dest ji van polîtîkaya zextên ku tê wateya qûtkirina bi milyonan  were berdan. Têkiliyên Ewropa û Tirkiyê di serdemek nabaş de derbas dibin. Sedemê vê yekê jî girtina bi hezaran însan e. Li dijî HDP’ê zextên darbeyî pêk tên. Dixwazin HDP’ê bêbandor bikin. HDP ji bo çareserkirina pirsgirêkên li welat partiyek kilîdê ye. Em difikirin ku Demîrtaş jî div ê mijarê de xwedî rolek kilîdê ye. Nehiştin em wî bibînin. Lê roja ku azad bibe em ê werin serdana wî.”    Sjostedt diyar kir ku ew ê biçin Enqereyê û serdana HDP’ê û rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên muxalefetê bikin.