Piştî operasyonê daristan hat şewitandin 2020-10-05 11:18:30   AMED - Li derdora goma Horsel a girêdayî gundê Xosor a navçeya Lîcê, eskeran piştî operasyonê daristan şewitandin.   Li derdora goma Horsel a girêdayî gundê Xosor a navçeya Lîcê ya Amedê, eskera duh dest bi operasyonê kirin. Di operasyona ku bi piştgiriya helîkopter û balafirên SÎHA’yê hat destpêkirin de, esker danîn herêmên çiyayî.    Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmê hatin girtin, eskeran di şerê li herêmê rû da de, qadên daristanî şewitandin. Hat zanîn ku şewata duh dest pê kir, îro jî dewam dike û welatiyên herêmê ji ber operasyona leşkerî nikarin mudaxileyî şewatê bikin.