Bi soza kar tecawiz kir û piştre radestî çeteyan fuhûşê kir! 2020-10-05 11:07:14   MÛGLA - Sîbel Fîgen Yavûz a li Mîlasê dijî, diyar kir ku ji ber îlanekê kar a li ser înternettê bi Mûtlû Erbey hevdîtinê dike û dûre ji aliyê wî vê tê tecawîzkirin. Yavûz, da zanîn ku piştî Erbey tecawîzê wê dike, dûre bi 150 hezar TL’an radestî çeteya fuhûşê dike.    Sibel Fîgen Yavûz (44) a li navçeya Mîlas a Mûglayê dijî, di 29’ê Sibatê de ji bo “Îlanên kar ên Mîsalê li karkeran digerin 48” a rûpela Facebook (https://www.facebook.com/groups/122039761776293/?ref=share) serlêdana kar dike. Ji bo vê serlêdana Yavûz, zilamê bi navê Mûtlû Erbay pê re dikeve têkiliyê û dûre tecawîzê wê dike. Yavûz, diyar kir ku Mûtlû Erbay xwe gihandiye wê û ji re karê “xwarina masiyan” teklîf kiriye û ew jî di çarçoveya kar de di 4’ê Adarê de çûye hevdîtina wî û got: “Ez çûm cihê karê wî. Cihê karê wî li çewlikekê bû. Li vê derê tecawîzî min kir, li min xist û dûre ez radestî çeteya fuhûşê kirim.” Yavûz, dest nîşan kir ku piştî bûyerê, diçe Serdozgeriya Komarê ya Mîsalê û derbarê Erbay de gilî dike, lê piştî ku îfadeya wî li Qereqola Eskerî ya Mîlasê tê girtin, dûre serbest tê berdan. Yavûz a ku tu encamê bi dest naxwe, serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) dide.        ‘TUNDÎ LI MIN KIR’   Yavûz, diyar kir ku piştî tê tecawîzkirin, diçe Nexweşxaneya Dewletê ya Mîlasê û wiha axivî: “Min li nexweşxanê rapora derb û lêdanê girt. Ev kes bi çeteyekê fuhûşê re tevdigere. Li ser vî karî, gelek jin xistine tora çeteyên fuhûşê. Di 3’yê Adarê de, bi Erbay re nêzî 40 deqayan hevdîtine min a li ser kar çêbû. Ji min agahiyên nasnameyê xwest qaşo ji bo sîgorteya kar. Min jî jê re got, ji ber ku dosyayên min ên heczê hene, ger sîgorteya min niha çêbikin, wê dewlet dest dane ser pereyê min. Ji bo vê min jê xwest ku niha sîgorteya min çênekin. Wî jî, ji min got, ‘Çiqas deynê te yê îcarayê heye? Agahiyên wê ji me re bişîne, em ê ji hesapgêrên xwe re bêjin, da ku bi baldar bin.’ Min jê bawer kir û min jêre got bi giştî deynê min 52 TL ye. Dûre roja 4’ê Adarê ji bo hevdîtina kar ez li wesayîta xwe sîwar kirim û birim çewlikekê. Di wesayîtê de 2 kesên din jî hebûn. Dema em çûn çewlikê 2 jinên bi navê Ozlem û Pinar hebûn. Bi istar min xwest ez biçim malê, lê wan destûr nedan min. Ji ber min xwest biçim malê tundî li min kirin.”    ‘XWESTIN SENED BIDIN ÎMZE KIRIN’   Yavûz, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Piştî tundiya li min hat kirin, Erbay ez bi 150 hezar TL’an dam jina bi navê Pinar. Êdî min fêm kir ku ez xistime nava xefikê. Min dîsa îtîraz kir. Jinan bi navê Pinar li ser vê îtîraza min ji Erbay re got; ‘Ka vê keçkê derxîne jor û hinekê pê re bi axive.’ Erbay ez birim odeyek biçûk û li min xist. Dest danî ser telefonam min. 4 caran min xwest bir evim. Piştre Erbay tecawîzê min kir. Piştî van hemû kiryarên anîn serê min Erbay ji min re got; ‘Êdî karê min bi te nema. Ezê niha te bidim radestî zilamekê bikim. Te ez pir kirim zoriyê. Kesekê ku tu wî nas dikî, derbarê te de hemû agahî dane min. Ger tiştê em ji te dixwazin tu nekî, emê dimenên te yên kêliya tecawîzî li her derî balav bikin. Niha ez vê derê te bi kujîm jî, kesek jî pê nahese.’”    ‘DÛRE EZ REVIYA’    Yavûz, der birî ku dûre bi awayekê ji çewlikê karî bireve û wiha bilêv kir: “Keskê bi navê Alî yê bi Pinar re bû, li dû min hat û hewl da min li wesayîtê siwar bike. Ez ketim erdê. Pinar got ‘Biçe keçik mir.’ Kesekê li benzîngehê bû hat alîkarî da min. Dûr e Erbay bi telefonê li min geriya. Min ji wî re got, ger tu bela xwe ji min venekî ezê xwe bi kujim. Te tecawîzê min kir, dîmenên min kişandin û bi van dîmenan te gef li min xwar. Kesê li benzîngehê ez li wesayîtekê siwar kirim û ji min re got biçe gilî bike. Dûre bav û birayê min hatin gel min. Em bi hevre çûn Qereqola Eskerî ya Mîlasê û min gilî kir. Piştî vê bûyerê, heya 3 mehan jî ez nehatim ser hişê xwe. Hîna jî li Nexweşxaneya Hala Bodrum Acibademê tedawiyê dibînim.”    ‘KES MIN NA PARÊZE’   Yavûz, diyar kir ku ligel giliya min kir jî Erbay li derve bi rehetî digere û wiha rêz kir: “Min serî li ku derê da, dosyeya min paş guh kirin. Dûre min serî li Navenda Ragihandinê ya Serokkomariyê (CÎMER) da. Li ser gilî û serlêdanên min 4 parazvan dan min. Lê niha yek ji wan jî min naparêzin. Min li cihekê dest bi kar kir. Ji bo vê min parazvan xwestin. Qereqola Navçeya Bodrumê ji bo vê, dosyeya dozê ji min xwest. Min agahiyên cihê karê xwe ji qereqolê re şandin. Piştre telefonên gef xwarinê ji bo cihê karê min hatin.”    WÊ DEST JI TÊKOŞÎNA XWE YA HIQÛQÎ BERNEDE   Sibel Fîgen Yavûz, dest nîşan kir ku li navçeya Mîlasê çeteyên fuhûşê hene û wiha bi dawî kir: “Di nava van çeteyan de gelek kes û hêzên ewlekariyê hene. Lê çi dibe bila bibe. Ez ê dest ji têkoşîna xwe ya hiqûqî bernedim. Kesên derdora min, ji min re dibêjin ‘Tu vale vale li edaletê digerî. Ji ber ku di nava wan de esker û dozger jî hene. Tu nikarî tiştekê bikî.’ Ez dixwazim her kes, ji bo min bibin alîkar. Ger pêşiya çeteyên fuhûşê neyê girtin, wê hîna gelek jin bikevin tora wan. Ezê tu carî dest ji vê şerê xwe yê hiqûqê bernedim.”   ‘FÎRMAYAN GILÎ KIRIN’   Li aliyê din, derket holê ku zilamê bi navê Erbay nafê çend fîrmeyên “Xwarina masiyan” bi kar aniye. Van Fîrmayan jî derbarê Erbay de li Serdozgeriya Komarê ya Mîlasê gilî kirin.    MA / Esra Solîn Dal