5 sal in li hestiyê kurê xwe digere 2020-10-05 09:08:26 STENBOL – Dayika Mehmet Temîzer ku dema qedexeyên derketina derve yên li Nisêbînê jiyana xwe ji dest dabû Sakîne Yildirim, diyar kir ku 5 sal in ji bo kurê xwe tu deriyekî ku lê nedabe nemaye û hemû derî yek bi yek lê hatine girtin.   Mehmet Temîzer, di qedexeya derketina derve ya ku di 29’ê mijdara 2015’an de li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê hat îlankirin de jiyana xwe ji dest da. Malbata Temîzer 5 sal in li cenazeyê kurê xwe digire û nabîne. Malbata Temîzer, ji ber ku nikare debara xwe bike, beriya 11 salan, Nisêbînê koçî navçeya Serêkaniyê ya Rihayê dike û ji vir jî koçî Stenbolê dike. Ji bo ku debara mala bike, Temîzer li Stenbolê dev ji dibistanê ber dide û dest bi kar dike. Di van salan de tevlî xebatên ciwanan dibe û gelek caran tê binçavkirin. Ji ber zext û tundiya polisan a li hemberî xwe Temîzer, di sala 2014’an de vedigere Nisêbînê.    Temîzer, dema qedexeyên derketina derve jiyana xwe ji dest dide lê li gel ku bi ser mirina wî de 5 sal derbas bûne jî cenazeyê wî nehatiye dîtin. Dayika Temîzer Sakîna Yildirim jî ku mirina kurê xwe ji televîzyonan hîn dike, piştî rabûna qedexeyê tê Nisêbînê û dixwaze cenazeyê kurê xwe bigire, lê hemû serlêdanên wê yên li saziyên dewletê bê encam dimînin.    BI SALAN E LI BENDA ENCAMA DNA’YÊ YE   Yildirim, serî li Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê dide û mînaka DNA’yê jê tê xwestin, li gel ku mînaka DNA’yê dide jî bi salan e serlêdana wê bi encam nebûye. Yildirim, da zanîn ku dema ku herî dawî bi Serdozgerê Komarê yê Mêrdînê re axiviye, serdozger jê re gotiye, ‘Niha biçe kîjan dema ku cenazeyê te derket, em ê ji te re agahî bişînin. Êdî 10 sal şûn de 20 sal şûn de dertê ez nizanim’.     ‘VÊ ZILMÊ NEKIN’    Yildirim ku 5 sal in li cenazeyê kurê xwe digere, diyar kir ku her dema ku diçe Nisêbînê li taxên ku qedexe li wan hatine ragihandin çavên xwe li kurê xwe digerîne û wiha got: “Heta ku cenazeyê kurê xwe bibinim ez ê vê lêgerîna xwe bidomînim. Gelek malbatên mîna min hene, ew jî li cenazeyên xwe digerin. Êdî vê zilmê li me nekin û cenazeyên me bidin me.”   ‘CENAZE NAYÊN CEZAKIRIN’   Di berdewamê de Yildirim, destnîşan kir ku bi nedayîna cenaze hem cenaze hem jî malbatê ceza dikin û wiha domand: “Kurê min tu sûcek nekiribû. Tenê xaka xwe parastibû. Li kesî nedabû û zilma ku lê û li gelê wî dihat kirin qebûl nekir. Ji ber vê têkoşiya. Kurê min niha tuneye. Li tu dera dinyayê cenaze nayên cezakirin.”   JI BILÎ HESTIYAN TIŞTEKÎ DIN NAXWAZE!    Yildirim, bi bîr xist ku di qedexeyên derketina derve yên li Nisêbîn, Cizîr, Sûrê û bajarên din de bi sedan kesî jiyana xwe ji dest daye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di her fersendê de bang li partiyên siyasî û komeleyan dikin. Lê em encamek bi dest naxin. Êdî nizanim çêbikim. Bila rojek zûtir hestiyên kurê min bidin min. Min wî careke dawîn nedît, tiştekî din naxwazim, qene bila hestiyên wî bidin min.”    MA / Erdogan Alayûmat