Gulum: Xwedîderketina gel feraseta îqtidarê pûç kir 2020-10-04 09:01:53   STENBOL - Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, têkildarî "lêpirsîna Kobaniyê" ya li hemberî partiya wan de hat destpêkirin got, gel bi xwedîderketina li partiyê feraseta îqtidarê ya ku dixwaze HDP'ê îllegalîze bike pûç kiriye.    Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê, di çarçoveya lêpirsîna "protestoyên Kobaniyê" de endamên Desteya Rêvebir a Navendî ya HDP'ê û parlementerên berê yên HDP'ê jî di nav de 20 rêvebir binçavkiribûn û ji kesên hatibûn binçavkirin 17 jê hatibûn girtin. Piştî vê Hevşaredara Qersê Şevîn Alaca jî di nav de 21 kes jî di 1'ê Cotmehê de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatin binçavkirin.    Alaca û 6 endamên meclîsa şaredariyê yên tevî Alacayê hatibûn binçavkirin jî ji peywirê hatin dûrxistin.    'DEWAMA DARBEYA SIYASÎ'    Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Zuleyha Gulum, anî ziman ku hem li dijş partiya wan hem jî li dijî muxalefeta civakiyî ya Tirkiyeyê operasyonên siyasî tên kirin û ne mimkun e ku ev operasyon di çarçoveyeke hiqûqî de bên nirxandin. Gulum, destnîşan kir ku operasyona hatiye kirin dewama darbeya siyasî ye û got: "Her diçe îqtidar bêhêz dibe û her ku bêhzê dibe ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî û ji bo alîgirên xwe siyasetekê dike. Her wiha birçîbûnê jî li gel ferz dike."     Gulum, destnîşan kir ku îqtidar dixwaze bi van operasyonan rejîma xwe ya otorîter bike rejîmeke sazîbûyînî û got: "Bi van operasyonan tê xwestin partiya me bê îllegalîzekirin. Îqtidar bi vê yekê re, di ser partiya me re hewl dide darbeyê li muxalefeta civakiyî gişî bie. Nexasim jî dixwazim muxalefeta civakiyî û tifaqa demokrasiyê ku HDP dixwaze wê ava bike tune bike."    'BIRYARA GIRTINÊ BÊHIQÛQÎ YE'    Gulum, destnîşan kir ku biryara girtinê bi awayekî bêhiqûqî hatiye girtin ûg ot: "Ne ji hevalên me ne jî ji parêzeran re negotin bê ka bi kîjan sûcî bi daxwaza girtinê hatine sewqkirin. Biryar, gava parêzer ne liw ir bûn hat xwendin. Parêzer ji serê korîdorê bang li wî seriyê din dikirin û dixwestin der barê girtinan de agahî wergirin. Nehiştin parêzer têkevin eywana danişînê. Ne mimkun e ku mirov ji bo vê bibêje darizandineke hiqûqî. Nehiştin amûrên hevalên me yên hatin girtin jî teslîmî wan bê kirin. Zûzûka wan şandin girtîgehê. Her wiha nehiştin parlementer jî têkevin edliyeyê. Gelek maf hatin binpêkirin."    OPERASYON Û TAYINKIRIN QEYÛM    Gulum, destnîşan kir ku di navbera operasyonê û tayinkirina qeyûm a ji bo Şaredariya Qersê rasterast têkildarî hev in û got, îqtidar ji zû de dixwest qeyûm tayinî Şaredariya Qersê bike. Gulum, bilêv kir ku lê dikirin nedikirin ji bo tayinkirina qeyûm hincetek nedidîtin û bi vê operasyonê zemîna tayinkirina qeyûm amade kirin.    Gulum, anî ziman ku operasyona navbirî bi hêleke xwe berdewama polîtîkaya qeyûman e.    'FERASETA FETHÊ'    Walî Turker Oksuz ku tayinî Şaredariya Qersê hat kirin li ber avahiay şaredariyê nimêja înê kiribû. Gulum ji bo vê helwestê got "feraseta fethê" ye.    PIŞTEVANΠ   Gulum, destnîşan kir ku piştî operasyonê gelek derdorên cuda xwedî li paratiya wan derketine û got: "Piştî vê bêhiqûqîtiyê gelek kesên ji derdorên cuda seredana avahiyên partiya wan kirine. Rewşenbîr û nivîskaran ji bo endamtiyê bang kirin. Xwedîderkirineke werê xurt feraeta îqtidara ku dixwaze HDP'ê îllegelazî bike pûç kiriye. Niha ya girîng xurtkirina vê piştevaniyê ye. Divê her kes bê şert û merc xwedî li bangawaziya me ya ji bo tifaqa demokrasiyê derkeve û bibe dengê vê bangawaiyê."    MA / Nacî Kaya