‘Mirinê li girtiyê nexweş Guneş ferz dikin' 2020-10-03 15:13:31 STENBOL – Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê, di hefteya 445'an a çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Halil Guneş û xwestin Guneş serbest berdin. Komîsyonê destnîşan kir ku mirinê li Guneş ferz dikin.    Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê di hefteya 445’an a çalakiya "Rûniştina F" berdewam kirin. Komîsyonê vê hefteyê bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweş ê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 2 a Amedê Halil Guneş û xwest bi lez Guneş serbest bê berdan. Li ser navê komîsyonê Endama Komîsyonê Meral Nergis Şahin, anî ziman ku dewletê vîrûsa corona kir hincet û girtiyên edlî serbest berdan û girtiyên siyasî di hundir de hiştin. Şahîn, anî ziman ku girtiyên nexweş û siyasî di şertên giran û xerab de tên girtin û mafê wan ê dermankirinê ji destê wan hatiye girtin. Şahin, destnîşan kir ku gelek mafên wan ên bingehîn ji destê wan hatine girtin û girtiyên nexweş terkî mirinê kirine.   Endamê Komisyonê Mehmet Acettin jî anî ziman ku Guneş ji 2'ê Çileya 1993'an de hêj 23 salî bû hatiye girtin û 28 salin girtî ye. Acettin, da zanîn ku Guneş demek dirêj e nexweşê penceşêra hestiyan û kezebê ye û li gel vê nexweşiyê Guneş ji roja hatiye girtin heta niha li 15 girtîgehên cuda geriya ye. Halil Guneş dema di bin çavan de bû ji ber îşkenceya giran lê hate kirin ev nexweşî têde derket. Ji ber îşkenceyê parsuyên wî şikestin. Kezeb û dilê wî eciqandin. Şikandina barsuyê wî bû sedem ku nikaribe bi hêsanî nefesê bide û bistîne. Guneş girtiyekî nexweşê giran e. Ji ber dermanên doza wan giran nexweşiyên din pêre çûbûne. Li gel Nexweşxaneya Perwerde û lêkolînê ya Amedê rapora "Nikare li girtîgehê bimîne jî Saziya Tipa Edlî (ATK) di 29'ê Çileya 2014'an de raporek nû amade kir û parast ku Guneş bi tena serê xwe dikare bijî û dikare li girtîgehê bimîne. Di Tîrmeha 2014'an de piştî nexweşî lê giran bûn parêzeran serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dan û xwestin Guneş serbest bê berdan. Lê dîsa bersîvek erênî negirtin."     'MIRINÊ LI BIRAYÊ MIN FERZ DIKIN'    Acettin, anî ziman ku xwişka Guneş di hevdîtina dawî de anîye ziman ku di bin navê sewqê de îşkence li wan hatiye kirin û gotiye "Dema sewqî Girtîgeha Tîpa F a Amedê kirine, dixwazin birayê min di nava şertên xerab de jiyana xwe berdewam bike. Bi hinceta pandemiyê 6 mehin birayê min nabin tedawiyê. Mirinê li birayê min ferz dikin. Ne pêkan e birayê min vê bê rûmetiyê qebûl bike. Em dixwazin demek berî demekê şertên wî bên başkirin û birayê min serbest bê berdan."    Acettin herî dawî xwest hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.