Yildirim ê ji sedî 95 astengdare darman nakin 2020-10-03 14:16:37 ENQERE - Înîsiyatîfa Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, bal kişand ser rewşa girtiyê ji sedî 95 astengdar Zulfu Yildirim ê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xerpetê dimîne û got: “Yildirim ji ber şewba vîrûsê nayê derman kirin.    Înîsiyatîf Ji Girtiyên Nexweş Re Azadî, di hefteya 317’emîn de, bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş li avahiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a (ÎHD) ya Enqereyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endama Desteya Rêvebera Navenda (ÎHD) Nûray Çevîrmen, vê heftê bal kişan ser rewşa girtiyên ji sedî 95 astengdar Zulfu Yildirim ê 66 salî yê li Girtîgeha Sergirtî ya Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xerpetê dimîne.   Çevîrmend, banga serbest berdana girtiyên nexweş kir û wiha got: “Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, girtiyekê nexweşê pençeşerê bi girtiyekê şewba vîrûsê ketiye re, di heman cihî de dimîn in.”   Çevîrmen, rewşa Zulfu Yildirim bibîr xist û wiha bilêv kir: “Hevalên Yildirimê yên qawîşên derbarê rewşa wî de nameyek şandin û diyar dikin ku Yildirim nikare di girtîgehê bimîne. Yildirim ji sedî 95 astengdare. Lê ji ber pêvajoya şewba vîrûsa koronayê Yildirim nayê derman kirin. Yildirim 66 saliye û divê tim dibin kontrolê de be. Hîna 2 sal cezayê girtîgehê yê Yildirim ma ye û nikare di girtîgehê de jiyana xwe dewam bike. Em derbarê rewşa wî de bi fikarin.  Ji ber ku nexweşiya wî girane û nikare di girtîgehê de bimîne, em daxwaz dikin ku infaza wî bê taloqkirin û li gel malbata xwe bê tedawîkirin.”