Zarokên Abdulmecît Baskin: Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye 2020-10-03 14:02:08 STENBOL – Zarokên Abdulmecît Baskin ê di binçavan de hat qetilkirin diyar kirin ku ew ê dest ji têkoşîna xwe lêgerîna maf bernedin û gotin: “Me qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye. Êdî em dixwazin li pêşberî hiqûqê jî werin mehkûmkirin.”    Dayikên Şemiyê bi daxwaza li aqûbeta windayan bipirsin û kiryar werin darizandin di hefteya 810’emîn de çalakiya xwe li dar xistin. Ji ber vîrûsa koronayê çalakî li ser medya civakî pêk hat.    Dayikên Şemiyê vê hefteyê xwestin kujerên Midurê Nifûsê yê Navçeya Altindaga Enqereyê Abdulmecît Baskin ê di 2’yê Cotmeha 1993’yan de ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin û cenazeyê wî di 4’ê mijdara 1993’yan de hat dîtin derxin pêşberî darazê.    ‘ŞERÊ MIN DIDOME’    Di daxuyaniyê de ewilî kurê Baskin, Eren Baskin axivî û got: “Dema bavê min hat qetilkirin ez 4 salî bûm. Min di emrek biçûk de dest bi têkoşîna lêgerîna maf kir. Min pir zû mirin, kuştin, Mehmet Agar, Tansû Çîler û yên wek wan nas kir. Hûn nikarin texmîna bandora vê yekê ya li ser zarokên wek min bikin. Dosyeya bavê min bi salan di wan refên bi toz de hat sekinandin. 4 roj beriya dembihûrîna 20 salan biqede doz hat vekirin. Tevî van hemû rastiyan jî Mehemt Agar û yên wek wî bersûc bûn bi biryarên beratê hatin xelatkirin. Lê dixwazim têbinî derbasî dîrokê bikim. Her çiqas bi ser qetilkirina bavê min re 27 sal derbas bûbe jî lê wê şerê min ê li dijî zîhniyeta hiqûqê nas nake bi hêzdarê bidome. Bila deynê stûyê me be ku em nehêlin zarokek din bê dayik û bê bav mezin nebe.”    ‘BILA DIZANIBIN EM Ê DEST JI EDALETÊ BERNEDIN’   Keça Baskin, Melek Baskin jî destnîşan kir ku 27 sal in ji bo kujer werin girtin û darizandin ew di nava hewldanan de ne û got: “Tevî van hewldanên me jî kujer nehatin girtin. Yên ku dixwazin dîwarê neçareseriyê li derdora me çêdikin bila viya dizanibin; em ê qet û qet dest ji daxwaza ku kiryar werin darizandin bernedin. Daxwaza me ew e ku kiryar li gorî heqaniyetê werin darizandin. Em zarokên windayan, qatil û parêzvanên qatilan di wîjdanê xwe de mehkûm kiriye. Em dixwazin êdî bila ew li pêşberî hiqûqê jî werin mehkûmkirin. Bila kes ji bîr neke em ê dest ji lêgerîna windayan xwe bernedin.”    DELÎLÊN CIDÎ HATINE TUNEKIRIN    Pişt re parêzerê malbata Baskin, Sertaç Ekîncî û anî ziman ku têkildarî binçavkirin, qetilkirin û windakirina Baskin delîlên pir cidî tune hatine hesabandin. Ekîncî got ev doz yek ji dozên herî girîng e.    ‘DEWLET BERPIRSIYAR E’    Daxuyaniya vê hefteyê Leyla Yildirim a keça Adnan Yildirim ê di 1994’an de li Yeşîlkoya Stenbolê hat revandin û piştî du rojan cenaeyê wî hat dîtin xwend. Yildirim destnîşan kir ku tenê ne kujer di heman demê de ji îşkence, kuştin, revandin û windakirinan dewlet berpirsiyar e. Yildirim anî ziman ku çend sal derbas dibin bila derbas bibin wê ji bo Abdulmecît Baskin û windayan hemû dest ji lêgerîn û xwesteka edaletê bernedin.