Dozger lêpêrsînê daye destpêkirin, lê haya wî ji dosyeyê tune ye 2020-10-03 11:03:01 ENQERE – Parêzer Ozgur Yakût girtina 17 saiyasetmedarên HDP’yî nirxand û got: “Dozgerê lêpirsînê ji dosyeyê bêagahî ye. Delîlê vê yekê jî ew e ku dozger pirsên wek ku Emîne Ayna rayedara HDP’ê ye araste kiriye derdikeve holê.”    Li ser fermana Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê bi îdiya “Banga Çalakiyên Kobanê” kirine 17 siyasetmedarên HDP’yî duh ji aliyê dadeha Enqereyê ve hatin girtin. 20 siyasetmedarên HDP’yî di 25’ê îlonê de li gelek bajaran hatibûn binçavkirin û biribûn Enqereyê.    Parêzer Ozgur Yakût ê ji roja ewilî ve lêpirsînê ve eleqedar dibe û 25 saet bi miwekîlên xwe re li edliya Enqereyê ma, l3epirsîn û darizandinê nirxand.    Yakût diyar kir ku ew ji destpêka binçavkirinê ve dizanin bêhiqûqiyek çawa hatiye kirin û lêpirsîn bi çi armancê hatiye despêkirin û siyasetmedar di binçavan de bi zehmiyetan re rûbirû mane. Yakût got her tiştî xwe di jehrîbûna siyasetmedaran de raxistiye ber çavan.    DARIZANDINEK BI TAHDE    Yakût têkildarî darizandina li edliyê wiha got: “Em 25 saetan li edliyê man. Êvara ewilî dozgerek îfadeyan digirt. Nîvê şêvê sê dozgerên din jî hatin daxilkirin. Tevî vê yekê jî îfade dayîn heta saetên dereng domiya. Ji destpêka binçavkirinê heta kêliya birin girtîgehê miwekîlên me û parêzeran tahde dît.”    ‘ME FERQ KIR KU DOZGER JI DOSYEYÊ FÊM NEKIRIYE’    Yakût destnîşan kir ku darizandinek adilane nehatiye kirin. Yakût destnîşan kir ku darizandinek adilane nehatiye kirin. Yakût anî ziman ku ji ber dozgeriyê biryara “nepeniyê” danîbû ser dosyeyê heta miwekîlên wan birine edliyê naveroka dosyeyê nizanibûne û wan ji pirsên dozger arasteyî mewikîlên wan kiriye fêm kirine ku lêpirsîn di encama hin nîşaneyên xelet û tespîtên şaş de hatiye destpêkirin û dozger derbarê naveroka dosyeyê de tiştek nizanibûye.    DOZGER EMÎNE AYNA KIRIYE RAYEDARA HDP’Ê    Yakût diyar kir ku wan di pirsên dozger ku arasteyî Hevseroka Giştî ya DBP’ê ya berê Emîne Ayna ferq kiriye ku dozger ji dosyeyê bêagahdar e û dozger pirsên rayedariya HDP’ê arasteyî Emîne Ayna kiriye. Yakût got: “Ji Emîne Ayna biryara MYK’a HDP’ê û têkidlarî civîna MYK’ê pirs hatin kirin. Lê belê di wê serdemê de Emîne Ayna ne HDP’yî bû. Ew Hevseroka Giştî ya DBP’ê bû. Ji ber vê yekê jî diyar dibe ku dozger lêpirsîna birêve dibe nizane di wê serdemê de kî di kîjan partiyê de wezîfedar bûye. Yanî dikarim bêjim lêpirsînek ewqas bêhiqûqî ye.”