Welatiyên bûn endamên HDP'ê: Em bibin yek 2020-10-03 09:09:11 AMED – Welatiyên ji bo nerazîbûna xwe ya operasyonên li dijî HDP'ê nîşan bidin bûn endamên partiyê, li dijî zextan û êrişan ji bo yekîtiyê bang kirin.  Piştî li dijî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çaçroveya "lêpirsîna Kobaniyê" de operasyonek hat lidarxistin û siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin, gelek kes çûn avahiyên bajêr û navçeyan ên partiyê û bûn endam. Welatiyên ku çûn avahiya HDP'a Bajêr a Amedê û avahiyên partiyê yên navçeyan û bûn endamê partiyê, li dijî êrîş, zext û oriyan ji bo yekîtiyê û piştevaniyê bang kirin.    Ahmet Guler ku bû endamê HDP'ê, anî ziman ku êrîşên HDP'ê tên kirin ji ber têkçûyîna AKP'ê ya di hilbijartina giştî ya 7'ê Hezîrana 2015'a ye û got, ji wê rojê heya niha gelê kurd li ber êrîşan serî netewandiye. Guler, bal kişand ser kampanyaya piştevniyê ya HDP'ê ku li dijî êrîşan daye destpêkirin û got, kampanyayeke watedar e. Guler got: "Em tiştekî nekin jî qet nebe em bên partiya xwe, bibin endam. Ev pêvajo nîşan dide ku wê astengiyên mezin bidin ber me. Lewma ji bo em partiya xwe xurt bikin, em bibin endam. Ev hêz tiştekî biçûk be jî, biqîmet e. Kesên xwedîwijdan van êrîşan qebûl ankin. Ji ber van êrîşan ez hatim û bûm endamê partiya xwe. Piştî van êrîşan ez ji hemû hevalên xwe re dibêjim bibin endam. Êrîşên li ser partiya me zilm e. Piştî vê saetê ne gotin, pratîk divê."    ‘EM ÊŞANDIN'    Welatiyê bi navê Yûsûf Polat jî anî ziman ku piştî êrîşan dîmenên derketin holê ew êşandine û ji bo kampanyayê jî got: "Kampanyaya ji bo endamtiyê dereng hatiye destpêkirin." Polat, diyar kir ku piştî ji ber van êrîşan enrihet bûye, hatiye bûye endam û got: "Partiya me, di çaçroveyeke qanûnî de hatiye avakirin. Ji ber ku partiya me rastiyê dibêje, mirovan û mafên mirovan diparêze, ev zilm û zext tên kirin. Piştî van êîrşan vê rastiyê em jî hatin bûn endam. Ez wisa bawer dikim gava mirov van êrîşan bibînin dê werin bibin endam. Bang li tevahiya gelê kurd û parêzvanên mafên mirovan dikim ku piştgiriya partiya me bikin."    ‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN YEKÎTÎ'    Hazal Dayan jî anî ziman ku îqtidarê bi vê operasyonê nîşan daye ku vîna gel nas nake û ji bo êrîşên tên kirin got, "zilm û îşkence" ye. Dayan, bilêv kir ku wê bi yekîtî û piştevaniyê karibin li ber van êrîşan bisekinin û got: "Em bi dengê xwe bi dest dixin, lê cardin qebûl nakin. Tim êrîş dikin. Divê em bibin yek. Heger em bibin yeke, em ê karibin baştir gelên xwe biparêzin. Naxwazin em rihetiyê bibînin. Em ji bo piştgiriyê hatine vê derê. Her roj wekîlên me, welatiyên me digirin. Heger hejmara me pir bibe em ê karibin pêşî li ber van êrîşan bigirin. Bang li gelê me dikim; bila werin xwedî li partiya xwe derkevin. Heger em xwedî li partiya xwe dernekevin em ê yek bi yek biçin."