‘Kuçe ji bo heywanan ne ewle ne, pêşî divê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin' 2020-10-03 09:07:38 ENQERE – Încî Aksoyoglû ya 60 salî û nexweş, 450 kûçikî xwedî dike û got: "Kuçe ji bo heywanan ne cihên ewle ne. Ez dixwazim rojek berî rojekê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin."  Li seranserê cîhanê 4'ê Cotmehê ji salan 1931'ê heya niha wekî "Roja Mafên Heywanan" tê qebûlkirin. Lê belê li Tirkiyeyê hema bibêje meriv nikare behsa mafên heywanan bike. Li gor Qanûna Parastina Hyewanan a Jimare 5199'an ku di sala 2004'an de hatiye çêkirin heywan ne wekî can, wekî mal hatine nîşandan. Li gor vê qanûnî kesên tiştekî bînin ser heywanan, tenê cezayê pereyî li wan tê birîn.    Încî Aksoyoglû ya 60 salî û nexweş, çendî ku ji nigê xwe emeliyat bûye û dikule jî, 17 sal in heywanên li derve xwedî dike. Niha li Stargeha Dayê Încî li semta Yukseltepe ya navçeya Keçîorenê ye, 450 kûçik hene. Aksoyoglû, her sibeh ji bo heywanan diçe restoran, kafe û marketan xwarinê berhev dike. Aksoyoglû ji bo van kûçikan dibêje zarokên min in û navê her 450 kûçikî dizane. Li stargehê kûçikên seqet, kor, hatine jehrîkirin û yên ji bo nêçîrê hatine bikaranîn hene.    Aksoyoglû, xwest rojek berî rojekê Qanûna Mafên Heywanan bê çêkirin.    ‘BI SALAN E EM LI BENDÊ NE'    Aksoyoglû ku got "ha te heywanek kuştiye ha te mirovek kuştiye, eynî tişt e" anî ziman ku her ku bêcezatî zêde dibe şideta li heywanan tê kirin jî zêde dibe. Aksoyoglû got: "Li paytexta Tirkiyeyê tecawizî dêlikekê kirin. Dêlik mir. Lê ê ku ev yek kir hat berdan. Gava hûn bixwazin hûn qanûna li gor dilê xwe di şevekê de derdixin, ji kerema xwe vê qanûnê jî derxin."    Aksoyoglû, anî ziman ku ber pir ji kûçikan ditirsiya û got, piştî keça wê cewirkek jê re aniye hez ji heywanan kiriye û fikra avakirina stargehekê lê peyda bûye. Aksoyoglû got: "Min bi kûçikekî dest pê kir. Hew min dît ez bi sedan canî xwedî dikim. Min û hevjînê xwe 4-5 salan bi hev re ew xwedî kirin. Dû re me û Seroka Komeleya Parastin û Jiyandina Canên Pêk Hatîce Çîçekê hev du nas kir. Piştî vê me gelek heywan xwedî kirin. Me stargehek ava kir û jê re gotin 'Stargeha Dayê Încî' û werê ma."    ‘KUÇE JI BO HEYWANAN NE DEVERINE EWLE NE'    Aksoyoglû, anî ziman ku heya çend meh berê jî strageha wan li Eryamanê bûye, lê belê piştî erseya ku 17 salan heywan lê xwedî dikirin hatiye firotin, strageha xwe li Taxa Yukseltepeyê çêkirine. Aksoyoglû, destnîşan kir ku kuçe ji bo heywanan ne deverine ewle ne got: "Berê jî hemû lê ev qas ne aşkere bû. Niha her tişt tê kirin û li ber çavan tê kirin. Heger kesên zirarê didin heywanan bên cezakirin, belkî heywan karibin likuçeyan bijîn. Hema mirov tasek av jî deynin ber deriyên xwe wê pir bi kêrî heyanan bê lê ên dikin jî tên astengkirin. Mesela li apardûmanekê 2 kes ji heywanan hez bikin, 100 jê ji wan hez nakin. Ji ber ku kuçe ne ewle ne, divê em qadên jiyanê zêdetir bikin. Serê sibehê diçim aşxaneyan xwarina mayî berhev dikim."    Her wiha Aksoyoglû bal kişand ser şideta ku li stargehan li heywanan tê kirin jî û got, kesên li stargehan dixebitin divê xwedî wijdan bin.    BANGAWAZΠ   Aksosyoglû ku got "Heya qaweta min hebe ez ê heywanan biparêzim" anî ziman ku ji bo xwedîkirina kûçikan di warê aborî de zehmtiyê dikişîne. Aksoyoglû bang li heywanhezan kir ku alîkariyê bikin û got: "Em mamayê dixwazin, em nabêjin pereyan bidin. Belê, pêdiviya me bi pereyan jî heye. 18 hezar deynê klînîkan li min e, lê herî zêde em mama dixwazin. Hema ji destê kê çi hat bila bike."    Kesên dixwazin alîkariya mamayan bikin dikarin bi rêya vê lînkê pêwendiyê deynin: (link)   MA / Emrûllah Acar