Bavê Ekrem Kaceroglû: Wexta lawê min hat kuştin jî me doza aştiyê kir 2020-10-03 09:06:42 ÎZMÎR - Ekrem Kaceroglû, li Îzmîrê di dema protstoyên Kobaniyê de hatibû lînckirin û kuştin. Bavê wî Bedrettîn Kaceroglû got: "Me her tim doza aştiyê kir. Gava lawê me hat kuştin jî me got belkî ev xwîna dawî be, belkî aştî bê lê nebû."  Ekrem Kaceroglû, li Îzmîrê di protestotên Kobaniyê yên 6-8'ê Cotmehê de bi çekê hatibû kuştin. Gava birîndar bû hin kesan ew lînc kiribû. Bavê wî Bedrettîn Kaceroglû, bi boneya salvegera protestoyên Kobaniyê axivî.    Bav Bedrettîn Kaceroglû, anî ziman ku di sala 1982'yan de ji ber zext û zoriyên eskeran ji gundê Dokûzpinar ê navçeya Kop a Mûşê koç kirine û hatine Îzmîrê. Kaceroglû got: "Wê çaxê kêfa me dihat ku em ê biçin bajarekî medenî. Lê mixabin li vê derê miravhî tunebû." Kaceroglû, diyar kir ku bi salan tevlî çalakiyên ji bo aştiyê bûye û got: "Em tenê ne ji bo kurdan, li Filîsîtîn, Iraq, Sûriye û gelek deverên cîhanê li dijî şer rabûne û me aştî parast."    'LI BER ÇAVÊ POLÎSAN BI PEHÎNAN LÊ XISTIN'   Kaceroglû, anî ziman li Îzmîrê ji bo Kobaniyê tevlî çalakiyan bûne û doza aştiyê kirine û got, kurê wî bi lînckirinê jiyana xwe ji dest daye. Bav Kaceroglû got: "Min nizanibû Ekrem jî tevlî çalakiya ji bo Kobaniyê bûye. Me yê daxuyaniyek bidana, doz aştiyê bikira û em biçûna malê. Em ne li bendê bûn ku pevçûn û lînc çêbibin. Meger faşîst hatibûn kuçeyan. Ji nişkave êrîş anîn ser me û em lînc kirin. Wê kêliyê dengê çekan jî hat. Li wir pê hesiyam ku fîşekek li Ekrem ketiye. Bi bazdan çûm cem wî, lie rdê bû. Li derdorê polîs hebûn û .endî birîndar bû jî bi pehînan lê dixistin. Ji bo ez Ekrem ji nav destê wan derxim min pir li ber xwe da û me bi awayekî ew bir nexweşxaneyê. 12 rojan di beşaa awarte de ma, dû re jiyana xwe ji dest da."    'WEXTA SAX BÛ MALA ME WEKÎ MALA DAWETÊ BÛ'    Kaceroglû, anî ziman ku hîn jî hevjîna kurê wî Ekrem û sê zarokên wî trawmaya ji ser xwe neavêtine û got: "Bavekî pir baş bû. Kurê wî yê wê çaxê biçûçik bû niha mezin bûye û pirsa bavê xwe dike. Ji bo dijminatiya kesî neke em bersivene din didin. Ekrem, lawekî pir baş bû. Çayxaneyek wî hebû. Di nava esnafên cînar de ên rastgir jî hebûn, herî zêde ew hatin taziyeya me. Yanî ev qasî hez jê dikirin. Gava Ekrem sax bû mala me wekî mala dawetê bû. Niha rojên me hemû wekî şînê ne."    Kaceroglû anî ziman ku piştî her êşê wan daye ber dilê xwe belkî aştî çêbib û got: "Me her tim doza aştiyê kir. Gava lawê me hat kuştin jî me got belkî ev xwîna dawî be, belkî aştî bê lê nebû. Dû re gelek Ekremên din jî jiyana xwe ji dest dan. Lê em ê dev ji hêviya ji bo aştiyê bernedin?"    'GELÊ KURD BI TENÊ TÊ HIŞTIN'    Kaceroglû, destnîşan kir ku îqtidar wekî dijmina nêzî kurdan dibe û got: "Mirovên me ji helîkopteran tên avêtin, goristanên me tên texrîbkirin, cenaze bi kargoyan ji dayikan re tên şandin, wekîlên me tên girtin, qeyûman tayînî şaredariyên me dikin û bi hezaran mirovên me di girtîgehan de ne. Gelê kurd ji bo her kesî doza aştî û demokrasiyê dike, lê belê bi tenê tê hiştin. Ne CHP ne jî saziyeke din a muxalif baş bertekê nîşan dide. Halbûkî tu ray ji rondikên dayikekê ne biqîmetir e. Dikarin me bikujin, lê belê wê tu carî nikaribin bi ray û pereyan vîna dayikên me, malbatên me bistînin."    Kaceroglû, anî ziman ku doza kurê wî Ekrem 5 sal in didome û got, ji sûcdaran yek jê firar e û yek jê jî girtiye û got: "Her cara em diçin danişînê êşa me dibe wekî ya roja ewil. Wê danişîna bê di 26'ê Mijdarê de bê lidarxistin. Ji bo bê ceza nemînin em ê dev ji vê dozê bernedin."    Kaceroglû herî dawî got: "Vê cîhanê gelek dîktator dîtin, lê hemû çûn tune bûn. Helbet wê roj bê, kevirê ji b şer tê avêtin jî wê bigindire û li newalekê bisekine û wê aştî bê vî welatî. Dikarin zarokên me û gundên me ji me bistînin, lê wê nikaribin baweriyame ya ji bo hatina rojên xweş ji me bistînin."