Ji kesên di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hatin binçavkirin 4 jê hatin girtin 2020-10-02 18:02:15 AMED - Di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de ji 12 kesên hatibûn binçavkirin 4 jê hatin girtin û 8 kes jî hatin berdan.    3 roj berê di çarçoeya lêpirsîna der barê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de polîsa avêtibû ser malan. Di avêtina ser malan de rojnamevan Hakki Boltan jî di nav de 12 kes hatibûn binçavkirin. Piştî îfadeya li emniyetê kesên hatibûn binçavkirin sewqî Edliyeya Amedê hatin kirin. Dozgeriyê bi daxwaza girtinê Rojnamevan Hakki Boltan, Parlementera HDP'ê ya Sêrtê ya berê Hatîce Kocaman, Rêvebirê HDP'a Amedê Edîp Bînbîr, Endamê DÎK'ê Mele Emîn Ay, Endamê Sendîkaya Enerjî Pîşesazî û Madenê (ESM) Medenî Tûtşî, Hevşaredara Gêlê Gulîstan Ensarîoglû ku ji peywirê hatibû girtin, Rêvebira HDP'ê ya Bajar a berê Çîgdem Ektî, Hevseroka MEBYA-DER'ê ya berê Ayşe Dîcle û Mekiye Guzel, Halîs Bîlen, Vezîr Tekîn û Vahap Gunay bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" sewqî Dadgeriya Ceza ya Sulhê kir û xwest bên girtin.    Dadgeriyê Rêvebirê HDP'a Bajêr Edîp Bînbîr, Rêvebira HDP'ê ya Bajêr a berê Çîgdem Ektî, Mekiye Guzel û endamê DÎK'ê Mele Emîn Ay bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" girtin û ên din jî bi şertê kontrolkirina edlî berdan.    Her wiha endamê Meclîsa Şaredariya Sûrê Omer Fîlîtoglû jî di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû binçavkirin. Dema binçavkirinê ya Fîlîtoglû taloqî roja duşemê hat kirin. Endamê Kongreya Îslama demokratîk (DÎK) Mele Naîf Erdem piştî îfadeya li emniyetê û Huseyîn Kaya jî piştî îfadeya li dozgeriyê hat berdan.