Li Amedê 3 bombeyên bi deng hatin teqandin 2020-10-02 15:01:49   AMED - Li navçeyên Sûr û Rezanê yên Amedê, li 3 cihên cuda, bombeyên bi deng hatin teqandin.   Li navçeyên Sûr û Rezanê yên Amedê, li 3 cihên cuda, kesên nasnameya wan ne diyar, bombeyên bi deng teqandin. Li gorî agahiyan, li ser Caddeya Melîkahmet a Sûrê, bombeyek bi deng di marketekê de hat teqandin. Di bûyerê de tiştek bi kesekê nehat. Polîsan piştî teqînê, cihê bûyerê dorpêç kirin û dest bi lêkolînê kirin.    Dîsa di heman saetê de, li nêzî Pira Deh Derî ya navçeya Sûrê û li ser Cadeya Cengîzler a girêdayî navçeya Rezanê, du bombeyên bi deng hatin teqandin. Hat dîtin ku bombeyên bi deng bi pankarta “Hûnê hesabê gundiyên we ji helîkopterê avêtine bidin e” hatine saz kirin.     Bombeyên li cihên cuda hatibûn sazkirin jî, ji aliyê polîsan ve bi funyeyan hatin teqandin.