Parlamenteran bertek nîşanî qeyûm da: Wê ev gel hesabê vê bipirse 2020-10-02 14:43:26 QERS - Parlamenterên HDP’ê bertek nîşanî tayînkirina qeyûmê Qersê dan û gotin: “Wê gel hesabê vê yekê bipirse. Wê ev dewer û ev çerx bizivire. Helbet wê rojên ku hûn derkevin pêşberî hiqûqê werin.”    Rêxistina HDP’ê ya Qersê girtina Hevşaredar Ayhan Bîlgen û tayînkirina qeyûm şermezar kir. HDP’ê bi beşdariya Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Habîp Eksîk xwest li ber avahiya Şaredariya Qersê daxuyanî bide çapemeniyê. Polîsan HDP’iyan asteng kir. Li ser vê yekê HDP’yî vegeriyan ber avahiya HDP’ê.    EKSÎK: WÊ EV XELK HESAB JI WE BIPIRSE    Parlamenterê HDP’ê yê Îdirê Habîp Eksîk daxuyanî da û diyar kir ku gelê Qersê xwedî li hevşaredar û gelê xwe derdikeve û got: “Bila kes nebêje ‘ez ê li wekîlan bidim, hevşaredaran bigirim û li wir kêfa xwe bikim.’ Wê ev gel hesabê vê yekê bipirse. Zilma îro li Qersê hat kirin wê dîrok wan lanet bike. Wê wek deqek reş were nivîsandin. Yên ku hevalên me li Enqereyê dan girtin difikirin ku wê çongê bi me bidin şikandin xwe dixapînin. Bi salane em têdikoşin û me çond daneniye û em ê daneynin jî. Hevşaredarên me diziyê nekirin û xiyanetê bi gelê xwe re nekirin. Ew serbilind in. Xizmetê ji gel re kirin û rûmeta vî gelî parastin.”    DAG: HÛNÊ POŞMAN BIBIN    Pişt re Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersim Dag axivî û wiha bertek nîşan da: “Em bang li wan kesên fermanê ji Qesrê girtine dikin; hûnê poşman bibin. Ev dewr û dewran û wê ev çerx biguhere. Hlebet rojên ku hûnê derkevin pêşberî hiqûqa rasteqîn werin. Hêj ku nebûye dereng dev jê berdin, nexwê hûnê poşman bibin. Gelê me yê ku di 31’ê Adarê de qeyûman poşman kir wê we jî poşman bike. Viya baş bixin hişê xwe; wê ev gel serê xwe ji were daneyne û dê çonga xwe neşikîne. Hûn li vî bajarî encax bibin qeyûm. Hûn ne vîna gelê Qersê ne. Vîna gelê Qersê Şevîn Alaca û Ayhan Bîlgen in. Gelê Qersê bi hevşaredarên xwe serbilind e.”