‘Pêwiste muxalefet bi gavên wêrek li cem HDP’ê cih bigire’ 2020-10-02 14:29:25   STENBOL – Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û mafnasan bertek nîşanî girtina siyasetmedarên HDP’yî dan û gotin: “Îpotek danîne ser vîna gel. Divê muxalefet bi gavên wêrektir xwedî li HDP’ê derkeve.”    Rewşenbîr, hunermend, siyasetmedar û mafnasan bertek nîşanî girtina 17 siyasetmedarên HDP’yî dan.    KESKÎN: LI DIJÎ AQILAN E    Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn: Girtin ji aliyê rêveberiya siyasî ya li ser darazê ve pêk tê. Wek hiqûqzanek tiştek bêjim nîne. Dewletê hiqûqa xwe navxweyî jî di nav de peymanên navdewletî hemû binpê kiriye. Pêvajoyek bêhiqûq û bêwîjdan. Ev hevalên me bi fermana îqtîdara siyasî hatin girtin. Îdiaya ‘endamtiya rêxistina çekdar” li ser van kesan li dijî aqilan e. Pirsgirêkek me ya muxalefetê heye. Ez bang li her kesê ku ji destekkirina HDP’ê direve û ditirse dikim; Li cem HDP’ê cih girtin di heman demê de dijderketina hemû neheqiyên li ser gelê kurd e jî. Her kesê dibêje ez muxalîf im divê deng derxe.    KAYA: ÎPOTEK DANÎNE SER VÎNA GEL    Parlamenterê CHP’ê Yildirim Kaya: Navê vê operasyonê danîna îpoteka li ser vîna gel e. Girtina HDP’iyan û HDP ne pirsgirêk e. Pirsgirêk pirsgirêka demokrasiyê ye. Pirsgirêka aştiyê ye. Heke em li Tirkiyê aştî û demokrasiyê dixwazin, divê demildest dest ji van operasyonan berdin. Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li demokrasiyêderkevim. Di rewşek wiha ku vîna gel di bin îpotekê de be meriv nikare behsa demokrasiyê bike.    MELDA ONÛR A CHP’YÎ BANG LI MUXALEFETÊ KIR    Parlamentera berê ya CHP’ê û rojnamevan Melda Onûr: Girtina HDP’iyan êrişa li dijî eniya demokratîk û muxalefetê ye. Partiyên muxalefetê divê helwestek zelal li dijî operasyonan nîşan bidin û rexne bikin. Pêwîste muxalefet li dijî girtinan û operasyonan gavên wêrek biavêje. Dema ev gavên wêrek neyên avêtin wê tevahiya welat bikeve ber pêlên van êrişan.    KARABÛLÛT: EM WERIN BA HEV    Serokê Giştî yê Sendîkaya Karkerên Avahî û Rêyan (Dev Yapi-Îş) Ozgur Karabûlût: Êrişa li dijî HDP’ê êrişa li dijî eniya demokrasiyê ye. Îqtîdara ku tengav bûye tola xwe ji muxalîfan hildide û êrişî wan dike. Em van operasyonan û girtinan şermezar dikin. Pêwîste eniya demokrasiyê li dijî van êrişan li hev bicivin û bersiva van operasyonan bidin. Dema helwest were nîşandan wê nikaribin gavan bi eniya demokrasiyê paş ve bidin avêtin.    TEKÎNOGLÛ: DIVÊ TÊKOŞÎNA ÇALAK BÊ KIRIN    Hunermend Devrîm Tekînoglû: Ev operasyon û girtin rêbaza klasîk a li dijî kurdan e. Ez bang li her aliyan dikim ku li dijî van êrişên li ser kurdan bi awayên çalak têbikoşin.    KAPLAN: BÊTIR BIBIN XELEK    Hunermend Canan Kaplan: Divê çîna karkerên Tirkiyê û gelê kurd li dora HDP’ê bibe xelek. Serhildana Kobanê rewa ye. Hevrêyên me hemû yên Kobanê parastin rûmeta me ne. Pêwîste rewşenbîr û hunermend li dijî vê rêxistina sûc dike derkevin û bi berxwedana gelan re mil bidin milê hev.    GUNAY: ZIRARÊ DIDIN TIRKIYÊ    Wezîrê Çand û Turîzmê yê berê Ertûgrûl Gunay: 6 sal bi ser vê sûcdariyê re derbas bûye. Ayhan Bîlgen berê jî ji vê lêpirsînê hatibû darizandin, hatibû beratkirin û tezmînata xwe jî wergirtibû. Ev bi temamî biryarek siyasî ye. Ji bo şarederiyek di destê HDP’ê de nehêlin, hêza wê ya parlamentoyê lawaz bikin û di hilbijartina pêşiya me de HDP’ê asteng bikin, vê operasyonê pêk anîn û siyasetmedaran girtin. Piştî girtina Bîlgen demildest qeyûm hat tayînkirin. Ev jî rehenda siyasî ya meseleyê dide nîşandan. Ev oprasyon û girtin zirarê didin Tirkiyê.