Ji qeyûm kiryara ewil: Li ber şaredariyê nimêja Înê kir 2020-10-02 13:07:34 QERS – Waliyê Qersê Turker Oksuz ê vê sibehê wek qeyûm tayînî Şaredariya Qersê hat kirin, karê ewil li ber şaredariyê nimêja Înê û dia kir.    Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen bi hêceta çalakiyên Kobanê yên di 2014’an de vê sibehê bi 16 siyasetmedaran re hat girtin. Wezareta Karên Navxweyî demildest Waliyê Qersê Turker Oksuz wek qeyûm tayînî şaredariya Qersê kir. Oksuz bi artêşa parêzvanan û polîsan derbasî avahiya şaredariyê bû. Oksuz pişt re wek wezîfe û karê ewil li ber şaredariyê nimêja înê kir û dia kirinê jixwe re dît.