Li Qersê tayînkirina qeyûm hat şermezarkirin 2020-10-02 12:33:07 QERS - Gel û HDP’iyan tayînkirina qeyûm a Şaredariya Qersê şermezar kirin. Polîsan di dema çalakiya şermezarkirînê de mudaxileyî girseyê kir.   Piştî ku Hevşaredarê Qersê Ayhan Bîlgen di çarçoveya “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqerê bi rêve bi de hat girtin, Wezareta Karê Hûndir Bîlgen ji peywirê girt. Wezaretê li şûna Bîlgen Waliyê Qersê Turker Oksuz weke qeyûm tayînî cihê wî kir. Rêxistina HDP’ê ya Bajêr bi armanca ku bertek nîşanî vê bide û tayînkirina qeyûm şermezar bike xwest li ber avahiya şaredariyê daxuyanî bi de çapemeniyê.   Lê destûr nehat dayîn ku girseya parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Habîp Eksîk jî di nav de, biçin ber avahiya şaredariyê. Polîsên ku avahiya şaredariyê dorpêç kiribûn, destûr nedan  ku HDP’î nêzî şaredariyê bibin. Polîsan dûre mudaxileyî girseyê û wekîlan kir.   Walî Oksuz ê tayînî şaredariyê hat kirin jî, dibin ewlekariyek zêde de, hat şaredariyê. Ji ber vê ketin û derketina şaredariyê hat girtin.