Doza malbata Şenyaşaran dest pê kir 2020-10-02 11:26:04 MELETÎ - 3'emin daninişîna doza malbata Şenşayar a ku parazvanên wekilê AKP’î Îbrahim Halil Yildiz ji wan 3 kes kuştinbûn, li 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir.   3'emîn danişîna doza malbata Şenyaşar ku parazvanên wekilê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz di hilbijartina 24'ê Hezîrana 2018'an de ji wan 3 kes kuştibûn li Meletiyê dest pê kir. Xizm û parazvanê wekilê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar kuştibûn. Di bûyerê de birayê Wekîl Mehmet Şah Yildiz jî jiyana xwe ji dest dabû. Bi giştî 4 kes hatibûn kuştin. Di bûyerê de Mehmet Şenyaşar, Ferit Şenyaşar û Fadıl Şenyaşar ji di navde 8 kes birîndar bûbûn. Danişîna doza kuştina bav û 2 birayên malbata Şenyaşar ku Fadil Şenyaşar û xizmê Yildizê AKP'î Enver Yıldiz girtî tên darizandin li 3’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Meletiyê dest pê kir.    Di danişînê de Dayik Emine Şenyaşar û Ferit Şenyaşar ê serbest tê darizandin li salonê amade bûn. Ji parêzeran endağm û rêveberên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), endamên Baroya Riha, Amed, Enqere, Dîlok û Meletiyê Amede bûn. Ji malbata Yildiz jî xizmên Yildiz û parêzerên wî li salonê amade bûn.    Parlamenterên HDP'ê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, Wekilê berê yê Semsûrê Behçet Yildirim, Hevserokê KESK'ê Mehmet Bozgeyik jî xwestin beşdarî danişînê bibin, lê destûr nedan ku wekil û sendîkvan beşdarî danişînê bibin.