Girtiyê nexweş ê jiyana xwe ji dest da ji ber ku 'derbasî qawîşa bêaliyan nebûye' nehatiye berdan 2020-10-02 09:09:23   QERS - Girtiyê nexweş Alî Boçnak li Girtîgeha Panosê jiyana xwe ji dest dabû. Derket holê ku ji bo taloqkirina înfaza wî du caran serlêdan hatine kirin û serlêdan bi hinceta "Ji ber derbasî qawîşa bêaliyan nebûye" hatine redkirin.    Li Qersê Alî Boçnak ê 76 salî di sala 2017'an de hatibû girtin û 7 sal û 8 meh ceza lê hatibû birîn. Boçnak, di 24'ê Îlona 2020'an de li girtîgehê jiyana xwe ji dest dabû. Lê derket holê ku parêzerê Boçnak ji bo taloqkirina înfaza wî du caran serlêdan kiriye, lê belê serlêdan bi hinceta "Ji ber derbasî qawîşa bêaliyan nebûye" hatine redkirin.   HINCETA REDKIRINÊ: JI BER DERBASÎ QAWÎŞA BÊALIYAN NEBÛYE    Parêzerê Boçnak, ji bo muwekîlê wî cezayê mayî li girtîgeheke vekirî derbas bike di 30'yê Nîsanê de serlêdan kiriye. PIştî mehekê Dadgeriya Înfazê ya Panosê bersiva serlêdanê daye. Dadgeriyê, di bersiva xwe de gotiye ji bo kesên ji ber feaiyetên rêxistinê hikum xwarine derbasî girtîgehên vekirî bibin divê bê dîtin ku ji rêxistinê veqetiyane û ji bo vê jî divê ewilî hikumxwar bi dilê xwe derbasî qawîşên bêaliyan bibin. Dadgeriyê di berdewamiya bersiva xwe de gotiye, ji ber ku Alî Boçnak derbasî qawîşa bêaliyan nebûye û ji rêxistinê veneqetiyaye ne mimkun e biçe girtîgeheke vekirî.    Li ser vê parêzerê Boçnak, îtirazî biryara Dadgeriya Înfazê ya Panosê kir û serî li Dadgeha Cezayê Giran a Agiriyê da. Dadgehê jî ji bo biryara dadgeriyê got, biryareke li gor usûlê ye û li gor qanûnê ye û îtiraza parêzerê Booçnak red kir.    Parêzerê Boçnak di 30'yê Gulanê de cardin serî li Dadgeriya Înfazê ya Panosê da. Parêzer, di serlêdana xwe de diyar kir ku muwekîlê wî extiyar û enxweş e û ji ber pandemiyê di koma xetereyê de û xwest înfaza wî bê taloqkirin. Dadgeriyê biryara parêzer nirxand, lê diyar kir ku Boçnak dikare di girtîgehê de bimîne û daxwaza navbirî red kir.