Li Tirkiyeyê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane 2020-10-01 21:52:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê ji ber şewba Covîd-19'ê 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 407 kesên din jî bi şewbê ketine.    Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên 24 saetên dawî yên der barê şewba Covîd-19'ê de parve kirin.    Li gor daneyên ku Koca parve kirine di 24 saetên dawî de 67 kesên din jî jiyana xwe ji dest dane û hezar û 407 kesên din jî bi şewbê ketine. Li gor van daneyan li Tirkiyeyê heya niha 8 hezar û 262 kes jiyana xwe ji dest dane û hejmara kesên pêketine jî bû 320 hezar û 70.