Li Amedê mirina jinekê ya bi guman 2020-10-01 15:37:02   AMED - Hat îdîakirin ku xwendekara lîsê Nûrsîn Kose ya ku hat xwestin bi şertê berdêlê bidin zewicandin, întîhar kir.    Xwendekara refa duyemîn a lîsê Nûrsîn Kose (17) a ku li taxa Yenîyol a girêdayî navçeya Peyas a Amedê dijiya û malbata wê xwest ku bi awayekê berdêl bide zewicandin, bi çekê întîhar kir. Li gorî agahiyan, hat îdîakirin ku Kose berî 3 rojan li malê bi tifingê întîhar kiriye. Kose ya ku bi giranî birîndar dibe, ekîbên tenduristiyê wê radikin Nexweşxaneya Selahattîn Eyyubî ya Amedê. Ligel hemû mudaxileyan jî Kose jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê Kose ya ku ji nexweşxanê hat girtin li Goristana Peyasê hat definkirin.    Hat dest nîşan kirin ku derbarê bûyerê de, lêpirsîn hatiye destpêkirin.