Li dijî xebata bêtemînat ji SES’ê pêşniyara qanûnê 2020-10-01 15:35:44   NAVENDA NÛÇEYAN – SES ku amadekarî dike îmzeyên di çarçoveya kampanya “Karê bitemînat paşeroja bi teminat” de berhev kiriye pêşkêşî meclisê bike, ji bo ku xebata bêtemînat mayîn de bi dawî bibe, pêşniyarqanûnek amade kir.   Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Civakî û Tenduristiyê (SES), derbarê kampanya xwe ya “Karê bitemînat paşeroja bi teminat” de li Amed, Antalya û Îzmîrê daxuyanî da. Şaxên SES’ê yên li her sê bajaran, derbarê kampanya ku dabûn destpêkirin de agahî parve kirin û bal kişandin ser pirsgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn.    BERTEK NÎŞANÎ KOCA DAN    Şaxên SES’ê, bertek nîşanî daxuyaniya Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca ku gotibû ‘Em her pêketiyên vîrûsa koronayê nexweş nahesibînin û di daneyan nadin’ dan û destnîşan kirin ku pirsgirêka ku bi mehan e tînin Wezîr Koca li xwe mikûr haiye.    PÊŞKÊŞÎ PARLAMENTERAN KIRINE   Li her sê daxuyaniyên şaxan jî hat destnîşankirin ku ji bo hemû kedkarên xizmetên civakî û tenduristiyê derbasî qadroyê bên kirin û xebata bêtemînat mayîn de ji holê rakirin pêşnîyarqanûna amade kirine û ji îmzeya kedkaran re vekirin û piştî îmzeyan pêşniyarqanûna xwe pêşkêşî parlamenterên bajaran hatine kirin.