Di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin 2020-10-01 14:03:44   STENBOL - KCDP’ê, ragihand ku di meha Îlonê de 36 jin hatin qetilkirin û ji bo rawestandina cînayetên jinan, 12 madeyên çareseriyê pêşniyar kir.    Platforma Em ê Cînayetên Jinan Rawestînin (KCDP) û Meclîsa Jinan, derbarê cînayetên jinan ên bi guman de, li Navenda Çandê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê, civîna çapemeniyê lidar xist. Di civînê de wêneyên jinên jiyana xwe ji dest dayîn hatin hilgirtin. Sekretera Giştî ya KCDP’ê Fîdan Ataselîn daxuyanî da.    36 JIN HATIN QETILKIRIN   Ataselîm, bal kişand ser cinayêtên jinan û wiha got: “Di encama newekheviya zayendî ya civakî de, di meha Îlonê de 16  jin hatin qetilkirin û 20 jin bi awayekê bi guman jiyana xwe ji dest dan. Ev jin ji aliyê xizmên xwe ve, di malên xwe de hatin kuştin. Ji ber ku van jinan xwestin derbarê jiyana xwe ji de biryar bidin hatin kuştin.”   PEYMANA STENBOLÊ   Ataselîm, diyar kir ku rawestandina kuştinên jinan û bi dawî anîna tundiya li dij jinê mijarên bi hev ve girêdayîne û wiha bilêv kir: “Ya ku vê bi cih bîne Peymana Stenbolê ye. Ji bo ku Peymana Stenbolê bê bi cih anîn, bi salane em têdikoşin. Gavên hatin avêtin û qanûnên hatin derxistin jî, di vê çarçoveyê de pêş ketin.”   Ataselîm, da zanîn ku ji bo rawestana qetilkirinên jinan tenê 12 meh besin û ji bo rawestandina cînayetên jinan, 12 madeyên çareseriyê pêşniyar kir   12 madeyên çareseriyê yên hatin pêşniyar kirin wiha en:    “* Divê 6284 bê aktîfkirin,   * Divê navendên pêşîlêgirtina tundiyê û stargeh bên zêdekirin.    * Lazime ku pêvajoya hev berdanê bê rehet kirin û ger tundî hebe, lihevkirin neyê pêşniyar kirin.   * Pêwîste ku di jiyana kar a jinan de, tevlîbûnek wekhev û bi ewle bê pêşxistin.    * Divê di sûcên li dijî jinan de, ne cezakirin bi dawî bibe û edalet bê bi cih anîn.    * Divê lêpirsîna di pêvajoya qetilkirina jinên biguman de, bi awayek paqij bê kirin û rastî derbikeve holê.     * Divê biçekirina takekesî bê qedexekirin.    * Lazime ku  ji bo jinan xeta alîkariya lezgîn bê avakirin.    * Pêwîste wekheviya zayendî ya civakî di mufredata perwerdê de bê bicihkirin.    * Divê cudarî ji holê bê rakirin.    * Lazime ji bo jinan wezareteke cuda bê avakirin.    * Divê di navbera saziyan de, koordînasyonek bê avakirin.”