Doza Ozgur Gundemê hat taloqkirin 2020-10-01 13:11:36   STENBOL - Danişîna doza Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hat girtin û tê de gerînendeyên giştî yên rojnameyê Huseyîn Aykol, Midura Karê Nivîsê Reyhan Çapan û rojnameger Hasan Başak tên darizandin taloq bû.    Danişîna 17’emîn a doza Ozgur Gundemê ku bi KHK’ê hatibû girtin û Gerînendeyê Giştî yê Rojnameyê Huseyîn Aykol, Midura Karê Nivîsê Reyhan Çapan û rojnameger Hasan Başak, jê tên darizandin, li 13’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Çaglayan a Stenbolê hat dîtin.     DANIŞÎN TALOQ BÛ   Rojnameger tevlî danişînê nebûn. Parêzerên rojnamegeran di danişînê de amade bûn. Piştî danasîna nasnameyê, parêzeran parastin kirin û xwestin muwekîlên wan beraet bikin.   Şandeya dadgehê dûre biyara xwe aşkere kir. Dadgehê biryar da ku mijarên di dosyeyê de kêmin, bên temamkirin û danişîn taloqî 3’yê Kanûnê kir.