Polisan bi ser şîna Servet Tûrgût de girt 2020-10-01 13:01:22   WAN – Heyetên KCD, HDP û DBP’ê serdana şîna Servet Tûrgût piştî ji helîkopterê hatibû avêtin jiyana xwe ji dest dabû, kirin. Dema serdanê polisan bi ser şînê de girt û axaftinan asteng kirin.   Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydenîz û parlamentgerên HDP’ê, serdana şîna Servet Tûrgût ku ji helîkopterê hatibû avêtin û rojek berê jiyana xwe ji dest dabû, kirin. Di serdanê de dema ku Parlamentera HDP’ê Huda Kaya xwest ji malbata Tûrgût re sersaxî bixwaze û bi axive, polisan mudaxale kir. Polisan, diyar kir ku wê destûr nedin li şînê axaftin bên kirin. Her wiha polisan mudaxaleyî rojnamegeran jî kir û destûr neda ku rojnameger mudaxaleya wan bikişînin.    NÎQAŞA HDP’Î Û POLISAN    Piştî gengeşiya ku di navbera wan û HDP’iyan de derket polisan got ku heke şÎn bidome dê binçavkirinan bikin. Li ser vê yekê di navbera polis û HDP’iyan de nîqaşên tund derketin. Aydenîz, ji polisan re ev tişt got: “Heke we ji mirovan re rêz bigirta hûn wiha nediketin şînê. Kesên ku ji diayê re rêz digirin bi çekê nakevin vir. Hûn ji olê re jî ji îslamiyetê re jî bê rêz in.” Polisan jî hişyariya rakirin şînê li malbatê kirin. Piştre HDP’î careke din li şînê rûniştin.   Sekna li şînê didome.