Brayê Servet Tûrgût: Bila ev zilm biqede 2020-09-30 16:53:18   WAN – Birayê Servet Tûrgût ku ji helîkopterê hatibû avêtin û jiyana xwe ji dest dabû Naîf Tûrgût, bertek nîşanî tiştên ku hatine serê wan da û ev tişt got: “Em bangî hemû dinyayê dikin; ev neheqiya ku li vî mirovî hatiye kirin bila li kesekî din neyê kirin. Bila ev zilm biqede.”      Servet Tûrgût û Osman Şiban, di 11’ê îlonê de li navçeya Şaxê ya Wanê hatibûn binçavkirin û piştî 2 rojan li nexweşxaneyê derketibûn holê. Piştre bi rapora nexweşxaneyê hatibû belgekirin ku Tûrgût û Şiban ji helîkopterê hatibûn avêtin. Bavê 7 zarokan Servet Tûrgût (55), îro serê sibehê li nexweşxaneya ku lê tedawî didît, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Tûrgût, ji aliyê malbata wî ve hat wergirtin û li Wanê hat veşartin.    ‘XWEDÊ VÊ ZILM Û WEHŞETÊ QEBÛL NEKE’   Birayê Tûrgût Naîf Tûrgût ku di şîna ji bo kekê wî hatibû dayîn de axivî û diyar kir ku zilm li wan hatiye kirin û wiha got: “Zilmeke mezin li me hat kirin. Ev mirov ji mala xwe derketibû û çûbû gundê xwe. Devê kîsê gihayên ku berhev kiribû girê dida. Li cem wî tenê şûjina wî hebû. Ev mirov xîzan lê çak bû. Ne zalim mesûm bû. Destpêkê em banga xwe li Xwedê dikin ku ne mirovên di nav wan e zilm heye, mirovên nava wan paqij bişîne. Îro dema ku sewalek dikeve çalekê, gazî agirkujê dikin û wê sewalê xelas dikin. Zilmeke mezin li vî mirovî hat kirin. Xwedê vê wehşetê qebûl neke. Çawa ku kezeba me dişewite kezeba wan jî wisa bişewite.”   ‘EM AŞTIYÊ DIXWAZIN’    Tûrgût, bi bîr xist ku bi destûra ku ji rayedarên dewletê girtine çûne gundê xwe û ev tişt anî ziman: “Ev mirovê karker û kedkar, bi destûra dewletê çû gundê xwe. Ew erd ne yên kesî ne, erdê me ne. Li helîkopterê siwar kirine û çi anîne serê wan em nizanin, Xwedê wê derê dizane. Dozger, dadger û Destûra Bingehîn heye! Ev mirov bi awayekî wehşî ji helîkopterê hat avêtin û hat şêhidkirin. Em bangî hemû dinyayê dikin; ev neheqiya ku li vî mirovî hatiye kirin bila li kesekî din neyê kirin. Kezeba me şewitî, bila kezeba kesên din neşewite. Bila ev zilm biqede, em aştiyê dixwazin. Azerî, tirk û kurd ferq nake. Xwedî me hemûyan weke mirov çêkiriye. Xwedê dibêje ez ne li aliyê zilmê me, hûn jî nebin. Lê van mirovan me li gundê me jî bikujin, Xwedê qebûl neke. Xwedê vê zilm û wehşetê qebûl neke.”