'Heta kujerê Turgut bên darizandin ev doz dê neyê girtin' 2020-09-30 15:57:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Servet Turgut ê ji helikopterê avêtin û jiyana xwe ji dest da bertek û nerazibûn zêde bûn. Rêxistinên ku daxuyanî dan, diyar kirin ku heta kujer neyê darizandin û hesap neyê pirsîn dê dest ji ê dozê bernedin.    Li Navçeya Şaxê ya Wanê eskeran piştî operasyona eskerî di 11'ê Îlonê de 2 gundî binçav kirin û ji helîkopterê avêtin. Welatî Servet Turgut û Osman Şîban ji helîkopterê avêtin û herdu welatî bi giranî birîndar bûn. Piştî bûyerê Servet Turgut jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Turgut defin kirin.       AMED    Piştî Servet Turgut jiyana xwe ji dest da, rêxistinên civakî û partiyên siyasî bertek nîşan dan û xwestin hesap ji kujeran bê pirsîn. Bavê 7 zarokan Servet Turgut ê 55 salî piştî 20 rojan hat dermankirin, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Rêxistina HDP'ê ya Ametê daxuyanî da û bertekên xwe anîn ziman. Di daxuyaniyê de gelek kes amade bûn. Hevserokê HDP'ê yê Amedê Zeyyat Ceylan, anî ziman ku Turgut ne kesê ewil e ku jiyana xwe ji dest dide û wiha got: "Îşkenceya salên 1990’î ku li welatiyan dihat kirin dîsa didome. Her ku roj derbas dibe îşkenceya li gundiyan tê kirin zêde dibe. Li dijî gelê Kurd êrîşên faşîzane dikin. Bi van erişan ne dikarin HDP’ê û ne dikarin dostên HDP’ê rawestînin. Heta ku kujerê Servet Turgut bên dîtin û darizandin em dest ji vê dozê bernadin û emê şopdarê vê dozê bin. Em soza vê yekê didin ku heta kujer neyê darizandin emê vê dozê negirin."    ÊLIH    Rêxistina HDP'ê ya Êlihê jî bi heman rengî û armancê daxuyanî da. Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz û gelek kesên din beşdarî daxuyaniyê bû. Hevserokê HDP'ê yê ÊLihê Omer Kulplu, sersaxî ji xizmên Turgut xwestin û wiha got: "Ger hûn bixwazin welatekî nas bikin, divê hûn zanibin ku mirovê wî welatî çawa tên kuştin. Heta niha tu lêpirsîn nehatiye destpêkirin."    ŞIRNEX    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Şirnexê jî bi heman armancê li avahiya HDP'ê ya Şirnexê daxuyanî da. Hevserokê HDP'ê yê Şirnexê Sabahattin Deniz, daxuyanî xwend û diyar kir ku heta kujer neyên dariazndin û faîl neyên darizandin dê dest a vê dozê bernedin. Deniz, anî zimank u îşkence û zilma li welatiyan hatiye kirin bi tundî şermezar dikin."