Li Şirnexê berteka li dijî îşkenceyê: Divê faîl demildest werin cezakirin 2020-09-30 14:37:19   ŞIRNEX- Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê bi daxuyaniyekê îşkenceya ku li Servet Turgut û Osman Şîban hatibû kirin şermezar kir û xwest ku desmildest faîlên bûyerê bên darizandin.    Servet Turgut  ku bi Osman Şîban re ji helîkoptêrê hatibû avêtin, îro li nexweşxaneya ku lê tedawî didît jiyana xwe ji dest da. Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê,  li avahiya xwe ya bajar derbarê mijarê de daxuyaniyek çapameniyê da. Rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî daxuyaniyê bûn. Rêxistina HDP’ê bi vê daxuyaniyê îşkenceya ku li Turgut û Şîban hatibû kirin, şermezar kir û xwest ku demildest faîlên bûyerê bên darizandin û ceza kirin.    NÎŞANÊN BERDEWAMKIRINA ÎŞKENCEYAN   Daxuyanî ji hêla Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê Sabahattîn Denîz ve hat xwendin. Denîz, bal kişand ser daxuyaniya ku ji hêla Walitiya Wanê ve hatibû dayîn û wiha got:" Walîtiya Wanê, derbarê gundiyên ku bi îşkenceyê hatibûn binçavkirin û ji helîkopterê hatibûn avêtin de daxuyaniyek dabû û gotibû ku Servet Tûrgût dema ku reviyaye ji kevir ketiye.  Bi vê daxuyaniyê îşkence û zexta sîstematîk a li dijî gelê Kurd ragihandibû û nîşanên ku dê ji niha pê ve jî bi heman rengî berdewam bike, dabû.”   'DIVÊ FAÎL DEMILDEST BÊN DARIZANDIN'   Denîz, di dawiya axaftina xwe de xwest ku faîl û berpirsyarên bûyerê bi demildest bên darizandin û ev tişt anî ziman:"Em ji malbat û hezkiriyên rehmetî Servet Tûrgût re sersaxî dixwazin û em hêvî dikin ku Osman Şiban di demeke zûtirîn de bigihîje tendûristiya xwe. Em vê îşkenceya hovane ya li ser welatiyên me pêk hat  şermezar dikin û daxwaz dikin ku faîl demildest werin darizandin û cezakirin.”