Li Sîlîvriyê av û xwarina nepaqij didin girtiyan 2020-09-30 13:54:47   STENBOL – Dilbirîn Orhan ê li Girtîgeha Sîlîvriyê tê ragirtin bi rêya malbata xwe ragihand ku girtîgeh avê nade wan û ava dide wan ne paqij e.    Dilbirîn Orhan (23) ê li Girtîgeha Jimara 5’an a Sîlîvriyê tê ragirtin bi rêya telefonê bi malbata xwe re hevdîtin kir û qala binpêkirinên mafan kir. Hevjîna Orhan, Zehra Orhan diyar kir ku hevjînê wê jê re gotiye mafên girtiyan tên binpêkirin û ava germ nadin girtiyan û ava ku didin girtiyan jî nepaqij diherike û carna qet avê nadin wan. Zehra Orhan anî ziman ku hevjînê wê diyar kiriye ku di nava xwarina didin girtiyan de mû hene û xwarin nepaqij derdikeve û her roja ku diçe neheqiya li ser girtiyan zêde dibe. Zehra Orhan got hevjînê wê ragihandiye ku ji bo vîrûsa koronayê tu tevdîr jî nehatine girtin û binpêkirina mafan li qawîşên siyasî girantir e. Zehra Orhan destnîşan kir ku hevjînê wê gotiye girtî tên tecrîdkirin û xwestiye ku her kes dengê girtiyan bibihîze û deng bidin dengê wan.    Em têkildarî mijarê li Rêveberiya Girtîgehê geriyan lê bersiv nedan telefona me.