Kesê ku ji bo gotin girtinê vexwendin binçav kirin 2020-09-30 13:14:37   MÊRDÎN – Li navçeya Stewrê ya Mêrdînê, leşkeran, Samî Ozguç ku ji bo gotin girtinê vexwendin qereqolê, bi hinceta “çalakiyên Kobanê” binçav kirin.    Leşkeran, Samî Ozguç ku li gundê Elfanê yê navçeya Stewrê ya Mêrdînê dijiya ji bo gotin girtinê vexwendin Qereqola Cendirmeyan a Navçeyê.  Lşkeran, bi hinceta “çalakiyên Kobanê” Ozguç  binçav kirin û radestî Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polisan a Mêrdînê kirin.    Hat diyarkirin ku Ozguç û Mazlûm Bozyîgît û Harûn Bozyîgît ku duh li navçeya Hezoyê ya Êlihê hatibûn binçavkirin di heman lêpirsînê de cih digirin.