Erdogan ji serokên YE’yê re name şand 2020-09-30 11:42:45   ENQERE – Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji serokên saziyên YE’yê û serokên welatên endam re name şand û angaşt kir ku sedema gengeşiya li Rojhilatê Behra Spî Yewnanistan û Qibrisa Başûr in.   Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan, ji serokên saziyên YE’yê û serokên welatên endam re name şand. Li gorî nûçeya ku di Ajansa Anadoluyê de hatiye weşandin; Erdogan, di nameya xwe de derbarê çareseriya aloziya li Rojhilatê Behra Spî de pêşniyarên xwe regihandiye û her wiha angaşt kiriye ku sedena gengeşiya Rojhilatê Behra Spî,  ne Tirkiye, Yewnanistan û Qibrisa Başûr in.