Banga amediyan a ji bo yekîtiya neteweyî: Divê partiyên kurdan bên cem hevdu 2020-09-30 09:03:02 AMED - Amediyan destnîşan kir ku yekîtiya neteweyî ya kurd rewşeke di ser partiyan re ye û bang kirin: "Divê partiyên siyasî yên kurdan giş bên cem hev du û bibin yek. Divê li dijî zilmê em bi yek kulm bin."  Liv û tevgerên kurdan ên ji bo yekîtiya neteweyî didomin. Amediyan bal kişand ser girîngiya yekîtiya neteweyî û gotin, ji bo vê têkoşîn divê.    REWŞEKE DI SER PARTIYAN RE YE    Hasan Artik, anî ziman ku heke yekîtiya neteweyî pêk bê wê kurd li dijî zext û zoriyan xurtir bin û got, yekîtiya neteweyî mijareke di ser partiyan re ye. Artik, êrîşên li ser karkerên kurd ên li Sakarya û Afyonê bibîr xistin û gotin, kurd li her derî bi êrîşan re rû bi rû dimînin.    Delîl Denîz jî anî ziman ku pirsgirêka yekîtiyê ya kurdan pirsgirêkeke hezar salî ye û got, yekîtî pêşî divê di zimên de pêk bê û divê partiyên kurd jî di vî warî de samîmî bin.    BÊYÎ YEKÎTÎ AZADÎ NE PÊKAN E    Reşît Bars jî anî ziman ku heger yekîtî çêbibe wê kurd li dijî êrîşan xurtir bin û got: "Ji ber yekîtî tuneye, li Sakaryayê êrîşê dibin ser kurdan. Lê heger yekîtî hebûna wê nikaribûna ev yek bikirana. Êdî em naxwazin heqaret li me bê kirin. Divê partiyên siyasî yên kurdan hemû bên cem hev du û bibin yek. Divê li dijî zilmê bi yek kulm bin. Heya yekîtî çênebe, wê gelê kurd azad nebe."    YEK DENG   Huseyîn Yildiz jî destnîşan kir ku divê îqtidar dev ji dijminatiya bi kurdan re berde û got: "Wê ev dijminatî heya kû derê dewam biike. Li hemû deverên ku kurd lê hene zilm heye. Divê nûnerên partiyên siyasî yên kurd bi yek bin û bibin yek deng. Ji ber yekîtî tuneye, qeyûm taynî vîna gel dikin. Êdî bes e, divê em bi yek bin. Ancax em bi vî awayî dikarin bi ser bikevin."    AN YEKÎTÎ AN TUNEBÛYÎN    Veysî Yîgît jî destnîşan kir ku heger kurd nebin yek wê bi tunebûyînê re rû bi rû bimînin û got: "Divê kur bi yek bin. Sedema ku îro kurd ji yekîtiyê ditirsin şert û emrcên aborî ne. Heger kurd bi yek bin wê kar nemîne, wê birçî bimînin. Lê belê gava bi yek bin wê di warê aborî, siyasî û çandî de xurtir bibin."    TIFAQ    Huseyîn Atli jî anî ziman ku ji bo kurd bi yek bin pêdivî bi tifaqeke têkûz heye û got: "Heger li malekê her ke stiştekî bibêje, wê ew malbat belawela bibe. Kurd jî wisa ne, divê bi yek deng bin. Tiştên îro Barzanî dike li ber çava ne. Heger pêşengê we wisa be, hûn ê nikaribin bigihên cihekî. Ji lewra Barzanî bi qewmê xwe re ne durst e, ne zelal e. Îxanetê bi gelê xwe re dike. Barzanî eşîret e. Xwe wekî pêşengên kurdan dibînin, lê tu tiştî jî nakin. An nadin kirin an jî ditirsin."    MA / Fethî Balaman - Ergîn Çaglar