Li cihekî bi helîkopteran mudaxile dikin, li cihê din mudaxileyî mudaxileyê dikin! 2020-09-24 09:50:26   SÊRT - Hevserokê HDP'a Sêrtê Yûsûf Batûr, anî ziman ku kesên dixwazin mudaxileyî şewatên li herêm bikin bi astengiya "ewlehiyê" re rûbirû dimînin û got, lê belê li rojavayê welêt berovajiyê vê yekê ye û bi helîkopteran mudaxileyî şewatê tê kirin.    Îsal li Mêrdîn, Amed, Şirnex û Sêrtê ji ber şewatên daristanan bi hezaran dar şewitîn. Bi van şewatên ku piranî jê piştî operasyonên eskerî çêbûne, qadên jiyanê yên candaran jî tunebûn.    Hevserokê Partiya Demokratîka  Gelan (HDP) a Sêrtê Yûsûf Batûr, bertek nîşanî vê yekê da û got: "Belavbûna şewatan ne tesaduf e. An jê wê mudaxile bihata kirin. Qet nebûna wê mafê mudaxilekirinê yê gel ji dest nehata stendin. Dibêjin 'Êvar e, li qisûrê nenêrin, ji ber ewlehiyê em nikarin we bişînin wir.' Dibêjin herêma qedexeye. Lê çiyayên meî darên me, xwezaya me tê şewitandin."    MA LI ROJAVAYÊ WELÊT WIHA YE?    Batûr, xwest sedema çêbûna şewatan bê lêkolînkirin û got, berpirsiyar kî bin divê der barê wê dan de lêpirsîn bê detspêkrin. Batûr bal kişand se rmudaxilekirina şewatên li rojavayê Tirkiyeyê dertên û got: "Gava li rojavayê Tirkiyeyê agir bi daristanê bikeve ma wisa tê kirin? Li Rojavayê Tirkiyeyê çawa nêzî şewatê dibin divê li vê derê jî heman tişt bê kirin. Em zêdetirî vê naxwazin."    Batûr got: "Li rojavayê Tirkiyeyê sedema şewatê tê hînbûn. Bi helîkopteran mudaxileyî şewatê dikin. Li Sêrtê helîkopetereke ku agir bi tefîne tuneye. Li herêmê jî tuneye. Ekîbên lezgîn ên ji bo şewatên daristanan tunene. Beriya her tiştî divê li Sêrtê helîkoptereke tefandina şewatan hebe. Ji lewra ev xweza tenê ne aydê miroavn e. Divê hemû candar bên parastin."