Qeyûm Qeymeqamê Navçeyê kir serokê daîreya şaredariyê 2020-09-23 10:13:30 MÊRDÎN - Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Mahmût Demîrtaş, Qeymeqamê Rişmilê Emre Ozturk tayînî Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî.      Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Walî Mahmût Demîrtaş, di 28’ê Tîrmehê de, Qeymeqamê Navçeya Rişmilê Emre Ozturk tayînê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî kir. Serokê berê yê daîreyê, Merve Erciyes Çatal a weke “keça manewî” yê qeyûmê berê Walî Mûstafa Yaman dihat zanîn bû.   RÊVEBERİYA QEYÛMÊ BERÊ    Qeyûm Demîrtaş, gelek kesên di dema qeyûmtiya Yaman de hatibûn peywirdarkirin, ji kar avêtin û gelek ji van kesan bi ruşwet, fesadî, nelirêtî û zimetê tên sûcdarkirin. Derbarê van kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û di operasyona herî dawî de 8 kesên hatin binçavkirin, hatibûn girtin.      Dîsa Seroka Daîreya Parastin û Kontrola Derdorê Fusûn Karaboga û Serokê Daîreya Xizmetên Alîkariyê Îbrahîm Erkan jî ji kar hatibûn avêtin.