Kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê 2020-09-22 13:43:47   DERSIM – Li gel ku hatibû ragihandin, “Wê makîneyên kar neyên bikaranîn” jî kemçe ketin Avzêmên Mûnzûrê yên li navçeya Pilûrê û texrîb kirin.    Li navçeya Pilûrê ya Dersimê, xebatên ku di bin navê “sererastkirina derdorê” de li Avzêmên Mûnzûrê ku ji aliyê welatiyên elewî ve pîroz tê qebûlkirin, dest pê kiribûn, didomin. Navenda Lêkolînên Dersimê, ragihand ku di çarçoveya xebatên ku li avzêman tên kirin de makîneyên kar tên bikaranîn.    Navendê, daxuyaniya Walîtiya Dersimê ya derbarê xebatan de ku ragihandibû wê di xebatan de makîneyên kar neyên bikaranîn, bi bîr xist û da zanîn ku makîneyên kar ketine avzêman û ew vê yekê weke êrîşeke li hemberî baweriya xwe dibînin û bang li rayedaran kir ku dev ji vê şaşiya xwe berdin.