Projeya 'başkirinê' ya qeyûm rûxiya 2020-09-22 09:10:17 ŞIRNEX - Qeyûmê berê yê Şaredariya Cizîrê, di bin navê "başkirinê" de projeyek dabû destpêkirin. Lê belê ji ber vê projeya navbirî kargehên li Çarşiya Kevn tim di bin avê de dimînin.  Qeyûmê ku di sala 2017'an de tayinî Şaredariya Cizîrê hatibû kirin û 220 milyon TL deyn xistibû stuyê şaredariyê, hin proje çêkiribûn. Lê belê projeyên qeyûmê berê Qeymeqam Faîk Arican yeko yeko dirûxin. Di dema Arican de di bin navê "Başkirina Kuçeyan" de li Çarşiya Kevn projeyek pêkanîbû. Di çarçoveya projeyê de ser Çarşiya Kevn bi camên plastîk hatibûn girtin û textên qehwe jî li derveyî 160 kargehî hatibû montekirin. Lê belê her cara ku baran dibare çarşî di bin avê de dimîne. Her wiha hin dikan jî di bin avê de dimînin. Esnafan ji bo vê yekê anî ziman ku malzemeyê hatiye bikaranîn sixte ne û ji ber ku hewadarî nehatiye çêkirin wisa dibe.    ‘AN XERA BIKIN AN TÊKÛZ ÇÊBIKIN'   Mûstafa Îşçî ku 32 sal in esnafê Çarşiya Kevn e, anî ziman ku hefteya borî ji ber baranê dikana wî tije av bûye û got: "Me xwe bi xwe av derxist. Em ji vê tişta hatiye çêkirin ne razî ne. An bila vê derê xera bikin an jî bila projeya xwe têkûz çêbikin. Hewadariya dikanan jî tuneye. Bi ser de gava em maskeyan bi kar tînin bêhna me hew dertê. Par me naylon avêt ser dikanên xwe ji bo av nekeve dikanan. Lê em nizanin em ê îsal çi bikin."    Esnaf Adnan Herman jî anî ziman ku ewil hin dikan dilop kirine, lê belê dû re her çûye av zêde bûye. Herman, da zanîn ku her cara ku baran dibare dikan di bin avê de dimînin û got: "Mesrefên ku qeymeqam kirin hemû berhewa bûn. Îsal çawa baran abriya em di bin avê de man."    Esnaf Halîl Aslan jî got: "Tiştên sixte çêdikin. Kî tê pereyan dixwe û diçe."    Esnaf Abdûrrahman Yanik jî anî ziman ku du sal berê gava ev proje dest pê kiriye ji wan re gotine "baş" çêbikin, lê belê kesî guh nedaye wan. Yanik got: "Mixabin niha tu dikan nemaye ku di bin ava baranê de nemaye. Em dixwazin vê derê têkûz çêbikin."